Here naverokê

Portal:Kurdistan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hûn bi xêr hatin
Portala
Kurdistan

Kurdistan welatekî jeoçandî yê li Rojhilata Navîn û welatekî dîrokî ye ku bingehên çand, ziman û nasnameya neteweyî ya kurdan li vir hatiye avakirin. Ji aliyê erdnîgarî ve Kurdistan bakurê rojavayê Zagrosê û rojhilatê çiyayên Torosan vedihewîne. Kurdistan di roja îro de ji çar perçeyên erdnîgarî pêk tê ku wekê Bakurê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatiye binavkirin.

Gotar
Keçeke kurd di dema pîrozbahiya Newrozê de.
Keçeke kurd di dema pîrozbahiya Newrozê de.

Newroz yan jî cejna Newrozê, cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelê kurd û gelek gelên din ên herêmê ve her sal di meha adarê de li seranserê cihanê tê pîrozkirin. Di serdema nûjen de cejna Newrozê di çanda kurdan de wekî cejna azadî û vejînê her sal di 21ê adarê de li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin. Li gorî mîtolojiya Newrozê Kawayê Hesinkar di vê rojê de li dijî serdarê zilimkar a Dehaq serhildan pêk aniye û wî têk biriye. Bi têk birina Dehaq re gelên bajêr ji bin zilmê rizgar dibin û ev roj ji bo gelên bajêr dibe roja rizgarî û şahiyê. Ji ber vê yekê cejna Newrozê ji aliyê kurdan ve wekê cejna azadiyê, cejna vejînê û wekê roja şiyarbûna xwezayê tê pîrozkirin. Tê texmînkirin ku li seranserê cîhanê ji aliyê 300 milyon kesan ve her sal Newroz tê pîrozkirin.

Beşên Kurdistanê
Dîn
Zimanê Kurdî
Nexşe belavbûna zimanên kurdî.
Nexşe belavbûna zimanên kurdî.

Zimanê kurdî komek zimanên kurdî ye ku li seranserê Kurdistanê, dîasporaya kurdan, li herêmeke berfirehê Anatolyaya Navîn û li herêma Xorasanê ji aliyê kurdan ve tê axavtin. Zimanê kurdî yek ji zimanên malbata zimanên hind û ewropî û zimaneke şaxa zimanê îranîya rojava ye ku ji çend zaravayan pêk tê. Zaravayê herî berfirehê zimanê kurdî kurmancî yan jî kurdiya bakur e ku li hemî perçeyên Kurdistanê bi awayekî berfireh tê axaftin. Zazakî û Kurmancî li Bakurê Kurdistanê, Soranî li Başûrê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Di roja îro de kurmancî bi alfabeya Hawarê ku tîpê latînî ye, soranî jî bi alfabeya soranî ku ji tîpê erebî ye, tê nivîsandin. Berhema edebiyata kurdî bi pirranî bi helbestê ve girêdayî bû. Piştî sedsala 20an edebiyata wêjeya giştî ya kurdî pêş dikeve. Îro du zaravayên kurdî yên nivîskî yên sereke kurmancî û soranî ne.

Serokê Herêma Kurdistanê

Mesûd Barzanî kurê Mistefa Barzanî, serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDK ye.

Mesûd Barzanî di eynî roja ku PDK hat avakirin; roja 16ê tebaxa 1946ê li Mehabadê ji dayika xwe bû. Wê demê bavê wî Mistefa Barzanî bi rutba generaliyê fermandeyê hêzên çêkdar ên Komara Kurd a Mehabadê bû.

Gava Komara Mehabadê hilweşiya ew bi bavê xwe re vegeriya Barzanê, Kurdistana Îraqê, ciyê bavûkalan. Lê wê demê hukumeta Îraqê a Îranê û ya Tirkiyê bi hevalbendî Barzanî xistin hesarê, xwstin wan teslîm bigirin. Mistefa Barzanî tevî 500 hevalên xwe yên pêşmerge, bi rêwîtiyeka dûrûdirêj bi şerekî li hemberê sê welatan xwe gihand Yekîtiya Sovyetan. Mesûd Barzanî devî dayika xwe û zarok û jinên din ên Barzaniyan li Kurdistana Îraqê man, hukumetê ew ji ciyên wan ber bi herêmên din ên Îraqê sirgûn kirin. Mesûd Barzanîyê piçûk jî bi diya xwe re çû Mûsilê ba bapîrên xwe û 12 salan li wir ma.

Wêne
Laliş
Laliş
Ziyareta Êzîdî, Laliş
Hewlêr

Hewlêr (bi erebî: Arbīl) paytexta Herêma Federal a Kurdistanê ye û yek ji bajarên herî mezin ê Kurdistanê ye. Li Hewlêrê zêdeyi du milyon kes dijîn. Hewlêr di dîrokê de gelek caran bûye qada şer. Dîroka wê digihije hetanî 1800 salî zêdetir.

Kategorî