Gotûbêj:Medenî duran

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mirov dimirin, keda xwe li du xwe dihêlin.

Tuesday, 05.October. @ 22:26:31 CEST



keda mirov li suna jîyanê dimî nê Ev rastî ji hêla

herkesî ve tê dizanîn. Girîngî ew e ku mirov pifltî temenekê xwe bikaribe ji xwe bipirse:

Ka min çi li du xwe danî? Tifltê ku jiyana mirov biwate dike jî ji xwe bersiva vê pirsê ye.

Di vê nivîsa xwe de dixwazim di derheqê nivîskar hêja Mehmûd Baksî de çend xalên ku bi wana jiyana me birumet buye bînim ziman.


Mehmûd Baksî nifflê dawî ya malbatek xwedî çanda medresî bu. Tevî zext û zordariyan, wî jî weke her zarokek Kurd perwerdeyiya xwe li dibistanên asîmîlasyonan kuta kir. Her wuha ew li van dibistanên asîmîlasîyonî bu xwedî pênûsek xurt û dewlemend. Di van dibistanande bu hosteyê nivîsa zimanê Tirkî û bidehan berhem wefland. Li gor gotina wî ew bilêdanê û bidarê zorê fêrî zimanê Tirkî buye.


Romana Baksî ya yekemîn ya bi navê “Mezra Botan” li Stembol weflîya. Nêzîk li dû weflanê roman tê qedexekirin û Baksî tê binçavkirin. Zordari û îflkenceyên giran tên serê wî. Di sala 1970 de berhema dûyemîn “ Doza fiadî Akkiliç” dîsa li Stembol diwefle. Lê ew jî para xwe ya qedexebûnê digire.


Baksî di kovarên Çepên Tirk de dinivîse. Ew jî weke her nivîskarekî Kurd para xwe ya sirgûnê digire. 25 ê sala tebaxa 1970 koçî Elmanîa dibe. Pifltî deh mehan li Elmanîa wê koçî Swedê ( heya dawîya temene xwe lê jiya) bibe.


Mehmûd Baksî heman jiyana xwe diyarî nivisandinê, nivisandina rastiya bûyeran kirî bu. “Li Tirkiye Pirsgirêka Kurd, Çûk birefên xwe re difirin, Rêwitiya Roma, Gundikê Dono, Karemêrekî Kurd, Biçavêk Kurdî Yilmaz Guney, Qatlîama Qamifllo” ji berhemên wî ne. Çend bend û nivîsên wî yên kurt bi Swedî, Tirkî û Kurdî wefliyan. Her wuha 22 salan di kûncikên rojnameyan de nivisî (Aftonblodet, Ozgur Politika). Çend berhemên wî wergerî zimanên cûrbecûr bun.


Roman a Baksî ya dawî bi navê “ Mala Eliyê Unis”wefliya.

Ev berhem bi alîkariya dostê wî , neha jî dostê min Salihê Kevirbirî, ji aliyê “Weflanên Perî” ve derket.


Mehmûd Baksî li hember, reflayi û neheqiyan herdem zîrek û bêtirs bu. Ew herdem pifltgir û mafdayê nivîsên xwe bu. Ew tu caran ji guftugo û rexneyan nereviya. Her wuha di pirtûka xwe ya bi navê “Qatlîama Qamifllo”de bêtirs û cesûr diçe ser rastîyan. Zordarî, cinawurî û genîtiyên faflîstan li ber çavan radixe. Ji bo vê yekê jî ew ramyarên genî û dijminî heya dawiya temenê wî dev jê neberdan.


Pêflnîyar û daxûyaniyên wî yên di derheqê Baybaflîn û têkiliyên biçetan re di pirtûka wî ya bi navê “Teyrê Baz” de civiya. Ev pirtûk di sala 1999 an de ji alîyê DGM ya Stembolê ve (bi idaeya dijderketina zagona Tirkan ya bi jimara 3713-8/1.2) hate qedexekirin. Ew doza ku li DGM ya Stembol jimara 5 an de hate lidarxistin. careke din rêya girtîgehê ji Baksî re vekir. Baksî 2 sal û 4 mehan hatê sizakirin.


Çîroka Baksî li vira bidawî nabe. Dijderketina çetan û têkiliyên wan, nîflandana nerazîbuna ji dewletê ewqas ne hêsan bu. Baksî wan xalan bafl dizanîbu. Her wuha tu carî xwe ji dijderketina nerastiyan neparast. Ragip Zarakolu di nivîsa xwe ya quncik bi navê “ Bila pirtûk neyên flewitandin”ya Ozgur politika de wuha qala zîrektîya Baksî dike: “Di hêla mafên mirovan de dewlet tebat nake tu ti ramanek, nivîsek an jî çalakiyek bibîne. Mirov birastî jî nikarin azad biramin. Heya neha gavên ku bi wateya pêflketina Demoqrasîyê hatine avêtîn jî vala ne û ne bibawerî ne û xapandinin. Ji ber ku hê jî ewqas pirtûk têne qedexekirin û ewqas nivîskar û ramyar têne sizakirin. Ev rewfl mixabin berdewam e. Her wuha pirtûkên Mehmûd Baksî Pêflkefliya yên qedexeyi dikin. Ji ber ku ew di nivîsên xwe de bal dikiflîne ser çetan û alîgirên wan, karên wanî refl û tarî, dewlemendîya wanî li ser piflta gel”.


Mehmûd Baksî çend kevirên giran ji cîh leqand. Ev yek jî nexweflî û diltengî dida hinekan. Wanên ku bibaweriya “watan, millet, sakarya” diqîrin. Wanên ku ciwanên besûc û masûm di fler de dahfî mirinê didan û li ser xwîna wan dewlemend dibun, hê jî dibin. Ew kes bi nivîsên Baksî zelal dibun û gel wan nas dikir. Mixabin li Tirkiye nivîsandina van buyeran gelek fîdakarî û zîrekî bi xwere tîne. Bêguman vê rastîyê kesekî weke Baksî nezanî bu. Ez ji rewfla doza wî ya dawî bêagahî mam, ji ber nikarîbum biflopînim. Azadiya ramyarî helbet bingeha herî girîng ya demokrasî û mafên mirova ye. Mixabin ev li Tirkiye nayê dîtin.



“Hêja Mehmûd Baksî,

Pir hêja ye ku te nivisand, pir hêja ye ku tu jiyayi. Ez dizanim ku tu çirayi ji me nugiyaniyan re. Tu yê herdem ronahiya pênûsa me bî. Ji me re tu hostayê nivîsê, yê hemdem î. Her wuha ez û yên dîn wekî te çend berhem bikarîbin li du xwe bihêlin, wê bextewarîyek pir mezîn be ji me re. Ez ê tim bi vê hêviyê bijîm”.


27.05.2004


Medenî Duran