Gotûbêj:Metre

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gelo Metro yan Mêtro nîne? Mitir kê bikaraniye, min nebihîstiye. Qet nebe Meter an Mêter ba.. Masûre jî di Kurdî de hatiye bikaranîn. --Bablekan 14:05, 10 adar 2009 (UTC)[bersiv bide]

:-) Bi rastî min jî tucara Mitir nebihîstiye. Ez jî dibêjim Metro rastir e. Gelo Mêtro nayê wateya tirênâ binerd, yanî Underground (Rapid transit)? silav --Kurdodino 19:39, 10 adar 2009 (UTC)[bersiv bide]
Metre, kîlometre... metreyek, du metre, sê metre... silav ---MikaelF 09:19, 11 adar 2009 (UTC)[bersiv bide]
Safî bû, me yek peyvekê xwe jî kir wekî ya Tirkan, her bijî em:) --Bablekan 14:44, 13 adar 2009 (UTC)[bersiv bide]
Hevalê hêja, bi hêrs mebe, metre ji zimanê fransayî ye... tirk wek me dinîvîsin... raman ev bû: ger em bibêjin metre, kîlometre û hwd, bila em lître, milîlître û hwd jî binîvîsin, ji bo bîranîna rastnivîsîna peyvan hêsantir e. Silav --MikaelF 17:39, 13 adar 2009 (UTC)[bersiv bide]
Na çima bi hêrs bim, li herêma me Mêtro tê gotin. Min gelek car dîtiye, bûme şahîd, mêtro hatiye bikaranîn. Ma qey ez nizanim Tirkan ji Fransiyan wergirtine. Lê kes bersîvê nade ka çima em jî ji Tirkan werdigirin? Kê em mecbûr kirine? Bi vî awayî paşeroja zimanê me dê çi be? Gelo xema kê ye? Gelo Spanyol jî dibêjin Metre? Gelo wan çima ji Fransiyan an Tirkan wernegirtine? Hûn ê bêjin filan ferhengnivîsê jî wisa bikaraniye. Ma ev kesana jî ne wekî min û we ne? Ma ew heşa Xwedê ne? Şibandina hevûdu yek ji metodên assîmîlasyonê ye. Bi zanebûn e. Min berê got werin em TRT 6'ê wekî rêber qebûl bikin, wan çawa bikaranî em jî wisa bikin. Çer hebe em di dawiya dawiyê de bi ya wan dikin, bilêvkirinên Tirkî qebûl dikin. Çima em riya xwe dirêj dikin û hevûdu dixapînin? Silav.. --Bablekan 20:06, 13 adar 2009 (UTC)[bersiv bide]
Di salên 1940-î de Mîr Kamîran Alî Bedirxan di kovara Roja Nû de geh mêtir, geh mêtre dinivîse. Bi pirranî, di kovarên wî de mêtir, kîlomêtir tê bikaranîn. Di ferhengên kurdî yên îro de jî em dikarin van varyantan bibînin: metre (Torî, Baran, Îzolî, Farqînî); metir (Reshîd, bi soranî); mêtr (Farîzov, Elî Seydo Gewranî, Feryad Fazil Omar); mêtre (Resho Zîlan, Îzolî); mêtir (Mihemed Cemîl Seyda, Feryad Fazil Omar, Îzolî); ferhenga Farqînî “metro” dishîne peyva metre; mepirse mitir jî heye: di ferhenga kurdî-almanî ya Amirxan... Bi behdînî mêtir e. Pêshniyara min ev e: ji ber ku destpêka bikaranîna peyvê bi fransayî bû, metre, mêtre an jî mêtir, kîlomêtir, sentîmêtir (ne santîmetre!) û hwd... Ez nabêjim mêtro ne bash be, lê wek Kurdodîno jî dibêje li gorî ferhengan metro an mêtro tê wateya trêna binerd. Ji bo pîvana avê, em lître, lîtir an lîtro dibêjin, gelo? Bi silavên hevaltiyê --MikaelF 19:39, 15 adar 2009 (UTC)[bersiv bide]