Gotûbêj:Pergala xebatê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navê Vê Beşê[çavkaniyê biguhêre]

Pergala Xebitandinê nabe. Ev nav çewt e. Divê mijar di gotara Pergala Xebatê de yanî di vir de bête nivîsandin.

Dema ku yekî Pergala xebitandinê nivîsand divê otomatîk Pergala Xebatê vebe. Lê li vir ters hatiye çêkirin.

Gotina xebitandin awayê tewandî ye. Ji ber vê sedemê nabe ku ji bo nav were bikaranîn. Min hewl da ku navê Pergala xebitandinê bikim Pergala Xebatê, lê çênebû, ji kerema xwe re hûn çêkin.

Xebitandin rast e. Ev pergal komputerê dixebitîne. Wateya "operating sistem" ev e. Ne "working sistem" ango pergala xebatê e. Tirkiy: isletim sistemi, yani calistirma sistemi. Erdal

Birayê delal te fam nekiriye. Te komputer xebitand an jî gotina Xebitandina vê komputerê hêsan e dikare wekî mînak bête dayin.

Li jor jî di mînakan de tu dibînî ku kok XEBAT e, lê gotin hatiye tewandin.'

Ez hinek mînakên din bidim te. Mînak navê kovara Jiyana Rewşen nabe ku bibe Jiyana Rewşenê. An jî navê kaseta Rojhan Beken Evîna Azadî nabe ku bibe Evîna Azadiyê.

Her wisa jî nabe ku navê Operating Sistem bibe Pergala Xebitandinê. Kurdiya wê Pergala Xebatê ye. Bi vî rengî mirov dikare bi hezaran mînakan bide.