Gotûbêj:Req

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Li herêma me "req" ji "crab=îngîlîzî", "yengeç=Romî" re dihate gotin, ne ji kûsiyan re. Req bi kê girt, jina bî jî nikare wê bifilitîne. --Bablekan 12:58, 11 pûşper 2008 (UTC)

:-)))) Birayê Bablekan, bi rastî tu tiştê xweş û antîke dinivîsînê. Bi rastî li herêma me jî weke ku te got req ji "crab=îngîlîzî" tê gotin. Lê min meraq kir tu ji kijan herêmê yi, ji ber ku tu bi zazakî jî dizanê (li gorî ku te behs kir) slav --Kurdodino 13:15, 11 pûşper 2008 (UTC)
Hevalno, li gorî ferhenga Michael Chyet jî du cureyên req hene: kûsî (turtle) û kevjal (crab). Bi erebî jî raqq (kûsî) heye û bi zimanê rûsî rak (crawfish, yanî kevjalê çeman e). Pirseke min heye: req, kûsî û şkevlatok 100% (sed ser sedî) hevwate ne? Min got qey req û reqê avî û kûsiyê avî hevwate ne û di avê de dijîn. Kûsî û şkevlatok jî li çolê dijîn. Silav--MikaelF 12:20, 12 pûşper 2008 (UTC)
Xwezî zanîna min a Kûsiyan hebaya:) Min a herêma xwe got. Lo wele kevjal jî hebû lê me ji kîjanê re digot niha nikarim bibîrbînim. Îş û kar ma ser bibîranînên me wele me safî kir:) Nizanim çima lê yê min ticarî di mal de ferhengokekê min nebûye. MîkaelF, kûsiyên avê jî hene, çawa.. Wele req û kûsî ji hev gelek cuda ne. Ne di yek malbatekê de ne jî.. Dibê ku kevjal û req û kûsî ajalên cuda bin. Kûsiyên avê hene li Kurdistanê. Kurdodîno te e-peyama xwe nedaye min, tê wê wateyê ku tu min hîç mereq nakî:) Kê ji min pirsî tu ji kû ye, ez dest bi serpêhatiyan dikim du saet derbazdibin. Îcar xelk ji min aciz dibin, çetir e ez ê e-peyamek ji te re bişînim. bablekan@hotmail.de.. Lo wele req lê nayê ha, werin bikin kûsî:) --Bablekan 18:48, 12 pûşper 2008 (UTC)


Li cem me(Bismil-Stewr) jî "req" ji kîsoyên ku di avê de dijîn re dihê gotin.Ji bo mînakê ez'ê wêneyê kîsoyek û reqekî barbikim.Jixwe "kevjahr" (Yengeç tiştekî gelek cuda ye.--Cîrano 17:12, 29 adar 2010 (UTC)