Gotûbêj:Skotlenda

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

MikaelF 17:38, 7 rezber 2007 (UTC) Hûn dibêjin çi: Îskoçya, Skoçya, Sikoçya; Îskotland, Skotland, Sikotland?

Ez difkirin ku mera gireke Skotlanda bibêje. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 11:02, 22 rezber 2007 (UTC)
Tiştê ku ez zanim bikaranîna Îskoçya çewt e lê ez nikrim ji bo peyvên din tiştekî bêjim. Zimanê me zimanekî Hînd û Ewropî ye, divê em li gor van qaideyan tevbigerin. Bilêvkirina Îstenbol, Îspanya, Îskoçya li gor mi ji tirkî derbasî me bû ye û ev ne rast e, rojekê ez di otobusekê de bûm min dît pîrekek kurd (60-70 salî) ku xuya bû qet bi tirkî nizane, ji ajovan re got "lawo min li ba Stesyonê daxîn" tirkan peyva Stationê wek Îstasyon bikartînin, kurdên ku bi tirkî zanin ew jî dibêjin îstesyon, ya rast divê Stesyon be yanî tîpa Î ne hewce ye. Ji bo navên welatan jî divê wilo be. Skoçya, Spanya, Stenbol rasttirin. --72.9.100.146 12:23, 22 rezber 2007 (UTC)
Kekê 72 rast gotiye. Bandora zimanê tirkî li Kurdiya rojane gelek e. Wextekê zanayên Bakur alfabeya Kurdî jî hema hema dikirin tirkî. Hezkirina "kardeşan" gelek caran ji birayên helal zêdetir e li Bakur. Kompleksa bindestiyê.. Bindest, serdestan teqlît dikin. Qesta min ne tenê Bakurî ye, Başûrî jî heyranê Elîfbê ya Erebî ne. Min zanayeke Soran naskir, 7 pirtûkên wî hene, digot "Ez maşuqê ziman û elîfbaya Erebî me".. Îcar qesta min ne polemîk bûlê ez dîsa çûm:)

Bi ya min jî Skotland çêtir e. Land di lîteratûra devkî de jî heye, "landin - bo demeke kurt li cihekê rûniştevanîkirin, welatkirin". Him jî orgînal e. Têkiliyên zimanên Îranî û Germanî tê gotin lê kes wisa bi zimaneke hêsanî ji me re nanivîsîne. Man û kan di Kurdî de jî heye zimanên Germanî de jî (bo mînak). --Bablekan 14:46, 22 rezber 2007 (UTC)

Ez jî bi we me, ji bo vê yekê min Îskoçya guhartiye. Niha Skoçya ye. Destpêka koma dengdaran SK- (wek SP-, ST- û hwd) di kurdî de sirûştî ye. MikaelF 12:58, 18 kewçêr 2007 (UTC)
Min dîsa guhartiye. Niha Skotland e. Bi vî awayî: Skotland, mirovekî Skotlandê, tiştekî skotlandî. MikaelF 14:28, 18 kewçêr 2007 (UTC)
Bi nêrîna we ev nav rast û xweşdeng in an na: Skotlenda, Îrlenda, Fînlenda, îslenda, Holenda an jî Nîdêrlenda, Grînlenda an jî Gronlenda? Heke bi vî awayî bûya em jî xwe nêzîkî soranî dikin. MikaelF 18:42, 18 kewçêr 2007 (UTC)