Gotûbêj:Suzan Samancı

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

______________________________________________________________________________

Li vir kompleks û polîtîka nabe, nerewa ye. Gotar min nivîsî, heger sedemekê bo ez bêjim "Ew nivîskareke Kurd e" heye, de ka bêje ez biguherînim.. An xwe qeyd bike û tu ji nû ve sazbike. Çima min bigotibûye, "Sûzan xanim Kurd e"? Sûzan Xanim kîjan pirtûka bi Kurdî nivîsiye, kîjan carî zimanê Kurdî bikaraniye? Abdullah Öcalan jî ne bi nivîskariya xwe lê bi siyaseta xwe tê naskirin. Beramberkirina te ji binî ve bêwate ye. Mirov dikare hempîşeyan rûbirû bike. --Bablekan 20:05, 10 reşemî 2007 (UTC)
_______________________________________________________________________________
Wê demê tu dikarî bêjî 'Bi eslê xwe Kurd e lê Tirkî dinivîse'. Ku te got'Tirk' e tu morekê lêdixe û hemî şexsiyeta wê dikuje. Bihêle biryara wê, bila wek şexsiyet ew bixwe û xwendevanên wê bide.

Meseleya wê û Evdilleh Ocelan yek e. Yek dibêje 'ez Kurdan dinivîsim', yek jî îddîa dike ku 'rêberiya kurdan dike'. Ku te Tirkî rêberiya kurdan kir, yên li dû te jî ber bi te dikişin. Lê ez naxwezim biryara vê jî bidim. Di navbera wî û piştgirên wî de ye.