Gotûbêja bikarhêner:Ferhates

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav Ferhates, di nexsheya te de çend xeletî hene. Gelo tu dikarî sererast bikî ji kerema xwe re. Bila Wîkîpedya kurdî çavkaniya te be. --MikaelF (nîqaş) 17:46, 15 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Nexşeya Kurdistanê[çavkaniyê biguhêre]

Ev dema te xweş be, tu çawan î? Di warê nexşeya te de, gelo em karin van navan biguherînin:

Sinê --> Sine; Hesekê --> Hesîçe; Xoremmabad --> Xorremabad an jî Xurremabad?; Kirmanşah --> Kirmaşan; Ûrfa yan jî Riha?; Ûrmiye yan jî Wirmî, Wirmê?; Erdexan yan jî Erdêxan?

Wekî din, dema çêkirina vê nexşeyê te çi çavkanî bikar anî? Ev agahî gelek girîng e, ji ber ku "rexnebaran" li ser te nekin...

Gelek spas, di karê çêkirina nexşeyan de serkevtin! --MikaelF (nîqaş) 06:43, 11 avrêl 2012 (UTC)

Nexşeya Kurdistanê[çavkaniyê biguhêre]

Dem baş! Ez baş im, spas. Hêvî dikim hûn jî baş in. Min variyanta nû a nexşeya Kurdistan bajar.PNG bar kiriye. Di wir de min navê Xorremabad sererast kiriye. Ez ne li dijî me ku Sinê bibe --> Sine; Hesekê bibe --> Hesîçe; Kirmanşah --> Kirmaşan; Erdexan bibe Erdêxan. Eger hûn dikarin vê sererast bikin ez destûr didim. An jî ezê bi xwe sererast bikim. Lê derbarê guhertina navên Ûrfa û Ûrmiye difikirim ku ev nav bi vî halî ve divê di pêşerojê de ji milê arkeolog û dîrokzanên kurd ve were piştrastkirin an redkirin. Taybetmendiyeke navên kevnar ên vê herêmê heye ku bi gotina "ûr", "or" destpê dikin an hildigirin nava xwe (mînak: Ûr, Ûrûk, Ûrkêş, Oremar). Weke ku tê zanîn "Ûr" bi zimanê sumeran tê wateya "gir", lê divê mirov ji bîr neke ku protokurd xwe wek "hûrî" bi nav dikirin, lewra dibetiya (îhtîmal) ku navê wan bajaran ji gotina "hûr" (ango hûrî yan horî) tê, divê li ber çavan were girtin.

Îro dema hin lêkolîner dibêjin ku buhuşt li ser rûyê Erdê, di navbera çemên Firat û Dîcle bûye, tezekî ne dûrî rastiyan e. Bala xwe bidin: "li buhuştê horî dijîn" û "li Mezopotamyayê hûrî jiyan dikirin".

Di dema çêkirina nexşeyê de min 5 nexşe bi kar anî, daku bikaribim sînorên herêmên Kurdistanê baş diyar bikim. Di bin sîwana navê "Kurdistan" de herêmên ku ji aliyê kurdan ve wek Kurdistan tên binavkirin, hatine komkirin. Ji ber Kurdistan ne dewlet e û çarenûsa wê hîn ne diyar e, di rewşa heyî de zehmet e ku sînorên herêmên wê bi çavkaniyên fermî werin piştrastkirin kirin.

Nexşeya Kurdistanê bêtir nexşeyeke hunerî ye ku li ser bingeha hêvî, daxwazî û baweriya gelê kurd de hatiye avakirin e. Gelo gengaz e ku ev nexşe bibe xwedî statuyeke siyasî, êdî girêdayî têkoşîna gelê kurd e.