Gundên dûrîyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Li başurê rojhilatê navçeyaTetwanê, li parêzgeha Betlîsê, li bakûrê Kurdistanê, di herêmeke çîyayî da çend gund in. Navên hin gundan ev in; Ingesor, Inzan, Ûrans, Kut, Hustus, Panças, Kirtvan, televêr.Herwisa çar mezra jî gîrêdayê hin gundan in. Du mezra, Taxesor û Pihok li ser gundê Uransê ne, mezraya Binê kevir li ser Ingesorê û mezraya Serê aşê li ser gundê Inzanê ye. Xelkê heremê îdara xwe zêdetir li ser xweyîkirina pez û dewaran dikin, li van gundan bi sedan kiwarên mêşan hene lewra xelk li van deran hingiv jî hildiberînin. Herçî çandinî ye li vê deverê dexil (genim û cih), ket (ket didûrin ji bo alifa zivistanê). Herwiha li heremê gelek darên gûzan, mêweyan yên wekî sêv, karçîn û gêlas jî hene.

Çavakanîya van agahîyan ev her sê kesên ji Tetwanê ne: M. Salihê Xuzeyfe , Feraya Salih û Serhat Bapîr