Gurbet Aydin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gurbet Aydin, bi nasnameya xwe ya hunermendî Hozan Mizgîn jî tê naskirin, di sala 1962an de li gundê Bileydera Batmanê hate dinê. Beriya ku darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê derbasî Ewropayê bû û ji kar û xebatên hûnerê re pêşengî kir.

Hozan Mizgîn ku li Ewropayê di damezirandina Koma Berxwedan de cîh girt, di gelek albûman de stranên şoreşgerî digotin[çavkanî hewce ye]. Pişt re derbasî çiyayên Kurdistanê bû û bi nasnameya xwe ya hunermend di nav refên gerîlla cih girt. Ji Mêrdînê heta Garzanê li gelek herêman gerîllatî kir û weke fermandar wezîfe girt[çavkanî hewce ye].

Hozan Mizgîn, 11ê gulana 1992an de li bejahiya Tatwanê di encama şerekî bi artêşa tirk de, heta gulleya xwe ya dawî şer kir û tevlî nav kerwanên şehîdên nemir bû.