Gustáv Husák

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gustáv Husák (di nîvî de) di dema ziyaretkirina Almanyaya Rojhilat de

Gustáv Husák (jdb. 10ê kanûna paşîn, 1913 – m. 18ê çiriya paşîn, 1991) siyasetmedarekî slovak e ku serokdewletiya Çekoslovakyayê kiriye û demekî dirêj (1969–1987) weke serokê Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê xebitiye.

Gustav li Dúbravka ji dayîk bûye ku ew navçe wê demê di bin serweriya keyaniya Awistriya-Mecaristanê de bû. Di temenê biçûk de tevlî xebatên komunîstan dibe. Di dema şerê cîhanê yê duyem de ji sedema tevlîbûna nav tevgera komunîstan, ew tê zîndanîkirin. Piştî şer, ew di partiyên komunîst ên çek û slovak de xebatan dike. Lê di sala 1956an de, ji aliyê alîgirên Stalîn ve bi hînceta ew neteweperestê burjuvayê ye, tê dadgehkirin û wî dikine girtîgehê de. Piştî şeş salan ji hepsê diderkeve.

Di sala 1968an de dibe alîkarê serokwezîrê hikûmeta Alexander Dubček. Di dema wan de bi piştgiriya hikûmeta wî YKSS, Çekoslovakyayê dagir dike.

Di 29ê gulana 1975an de dibe serokdewlet û heta îstifa ya xwe (10ê kanûna pêşîn, 1989) li ser vî postî dimîne.

Husák di 75 saliya xwe de li Bratislavayê diçe ser dilovaniya xwe.