Here naverokê

Gustîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gustil cewerek e mirov dike bêçiya (tilî) xwe.

'Gustîl li nav Kurdan da'

Li nav çanda me Kurdan de gustîl, ji mêj ve cihê xwe nav tiliyên evîndaran û sozdaran peyda kiriye. Wek çawa, di destana Mem û Zîn, helbestvanê mezin û navdarê Kurd, Ehmedê Xanî ji guhestana gustîla Mem û Zîn axifiye. Li şûna gustîlê, “Enguşterî” û “Xatem” hatiye nivîsîn. Xanî di beşê I4′an ê “Mem û Zîn”ê da qal kirîye ku di şênayîya cejna Newrozê da Memê û Tacdîn li Zînê û Sitîyê rast hatine û bi evîna wan bêhiş ketine. Her du xuşk çûne ser wan, ew jî bi evîna wan derdedar bûne û gustîlên xwe bi yên wan guhartine. Xanî li ser wê rewşa wan weha gotîye:

Gustîl

Sersal û xweşî ji dest bi der dan Eyşê xwe bedel kirin bi derdan Eyşê xwe bedel kirin Li nav Kurdên Êzdî jî gelek caran gustîlkên bi wêneyê tawis dikine tilîyên xwe, û jinên Êzdî jî gustîl û xişirên (Guher) ji zêr yên bi wêneyê tawis bi kar tînin.[1] Li navça Xorasanê hengulîsk (Gustîl) a bûkê ji aliyê malbata xort yan zava tê kirrîn û ya zava jî li stûyê malbata bûk e. Gava li şîranî şeker tê şikandinê û Aqid xutba eqdê xwend, êdî bûk û zava bi hev re helal in û dikarin destê hev bigirin vêca gustîl tên guhertin û divê bi tiliya ku hengulîsk tê da hatiye kirin bi lêva hev hinguv bidin. Bûk li wê pirr şerm dike lê zava tiliya wê gez dike. Ji pirtûka Sêxiştiyên Xorasanê Te ku degût ez mêr nakim Engûşterê xwe zêr nakim Caylê xelkê bêdil nakim

Ez şivanê kavir, gîskan, Diçêrînim dora nîskan, Sa te tînim hengulûskan.

Enguşterê te heqîq e, Min sa tera kire dîx e, Nivîsîne exd û sîxe.

Enguşterê te tela ye, Gepkirinê te sela ye, We derdê te mubtela ye. [2]

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gustirk ,Gustirik ,Gustîlik ,Gustîlk ,Gustîr ,Gustîrik ,Gustîrk ,Hengulîsk, Hengustîl ,Hengustîlk ,Hengustîr ,Hengustîrk ,Hingustîl, Bistîl ,Bistîlk ,Engulîs ,Engulîsk ,Engustîl ,Eengustîle, Hengulîs.[3]

  • Bistîl, gustîla nakeve bêçiya (tiliya) nîşandanê (eşhedê) û tiliya babelîçê (belîcan, tiliya gustîrkê, pêçiya li rû qilîçkê), ji bo tiliyên din. Ji bo yên pirr mezin in jî bistîl dibêjin.
  • Gustîl, navê giştî û ya standard dikeve babelîçê
  • Gustîlk, gustîrk wateya biçûk û şîrîniyê dide
  • Hingulîsk, hangulîsk, ingîlîs, hingustîr ji devokan e. Bingeha wê wê ji dimilkî engur, engişteyê tê, ango engur+gustîl+(ik)

Cewerê gustîlê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gustîl bi gelemperî ji zêr an zîvê ne. Bi taybetî jin hez ji gustîlêl almastê dikin.

Nîşana marîbûnê (zewac)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gelek welatan di marîbûnêv de dustîlê dikin babelîçê (yan tiliya gustîlê) ya destê çepê ku ev nîşana nîşanîbûnê ye. Destê rastê be, parcot marî bûne (zewicîne).

  1. ^ Navbenda êzdîyan ya kulturî û civakî; Laliş, Şêxan http://www.ezidi.dk/index.php?lang=ku Girêdana arşîvê 2015-02-14 li ser Wayback Machine
  2. ^ Celîlê Celîl û Gulî Şadkam, Sêxiştiyên Kurmancên Xorasanê, Wiyena (2012) Înstîtûta Kurdzanîyê, Wiyana.
  3. ^ Berhevkar: Ebas Ferhadî Topkanlû

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: gustîr – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir