Gustîla winda

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gustîla winda yek ji cureyên leyîstikên zarokên kurd e. Hin caran mezin jî dileyîzîn.

Bo leyîstikê pirr lîstikvan, gustîlek û bo lêdana destan alavek (pûşî, lêçik, kember hwd) pêwîst e. Destpêk bi keçikan e. Lîstikvan bi pûşiya ku serê wê tompizkirî gustîlê digerinê. Di destê hemiyan de digerinê û di yê yekê de winda dike.

Gorî kêfa xwe ji yekê dipirse. Helbet, beriya pirsînê yekê li destê bersîvdar dide: "Gustîl di destê kê de winda bû?". Heger pê derxist ew dibe mîr û pûşiyê hildide. Navê kê got divê ew destê xwe veke û îsbat bike ku gustîl ne destê wê de ye. Navê kê hat gotin ji wê tê pirsîn û heger gustîl ne di destên wê de ye, ew lêdanê dixwe. Heya gustîl derket holê destên gelekan sorgulî dibin.

Di vê leyîstikê de ya girîng ew e ku mirov xwe ji lêdanxwarinê biparêze.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]