Here naverokê

Hêrs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mirovekî bi hêrs

Hêrs û qehir hestekî derûnî yî mirov û giyanewerên din e.

Di psîkolojiyê de behsa hestên bingehî tên kirin[1]. Ji wan yek hêrs e. Hemû mirov xwedî wê hestê ne û tunebûna wê kêmasiyeke mezin e. Bi xwe sedemeke nexweşiyên derûnî serûbina wê hestê ye. Ji hinek hal û hereketên mirov re va hesta rêberiyê dike. Hêrs û tirs hesteyen ku mirov ji tehlûkeyan diparêzin. Tirs zêdetir fermana rev û dûrketinê dide. Mirov bi dûrketin û revê xwe vê rewşê, ango tehlûkeyê diparêze. Li ba hêrsê zêdetir bi tehdîtkirin û lêdanê mirov xwe diparêze. Mînaka vê nivisê di derheqa hesta hêrs û qehir de agahdarî dayîn e.

Bi biwêjên hêrs û qehirê grûbek hestên nebaş ên mirov tên bilêvkirin. Hêrs û qehir hesteya ku li hember tehdît an jî heqareta halekî an jî mirovekî bi dijwarî derdikeve holê re tê gotin. Ango hêrs û qahir li ser halekî, li ber mirovekî an jî bîranîyekê ve ji cîh de di dilê mirov de negatîf xwe nîşan dide.

Hîsên di vî warî de, yên herî bi hêz re qahir, yên hinekî kêmtir xwe nîşan didin re jî hêrs tê gotin. Va hîsên di dilên mirov de peyda dibin gor xwestina mirov dernakevin holê û mirov nikare di serî de pêşîya wan bigire. Tiştê ku vê hestê tîne hereketê dibe ku tiştekê xirab, an jî nexaşiyek be.

Mirov dikare hêrsa xwe di dilê xwe de veşêre û nîşan nede. Lê qehir weqas bi hêze ku bi hal û hereketên mirov xwe aşkere dike û nikare were vêşartin. Qahir pir caran dibe sedema şîddetê. Bi zêdetir pevçûn bi sedema hêrs û qehirê derdikevin. Mirovên bi hêrs nikarin xwe kontrol bikên û pirsgirekên xwe çareser bikin. Loma hêrsa wan dibe sedema zêdebûna pirsgirêkan.

Peydabûna hêrs û qehirê, nîşandana wan û herekêtên hember wan gor orf û edetên ku mirov di tê de hatîye perwerdekirin dikarin curecur bibin. Di pir civatan de nîşandina wan hîsana pir jî baş nayên dîtin û mirov ji bona wan tên şermezarkirin. Li bam e kurdan kesên ku zû hêrs tên û diqehirin re hêrsok an jî qahrok tê gotin. Herdu biwêj jî xwedî maneyek negatîf in.

Dema ku mirov hêrs ket an jî qehirî di bedena mirov de hinek guhertin jî peyda dibin. Fişara xwînê bilind dibe, dilê mirov zûtir davê, di bedena mirov zêdetir madeya adrenalîn û noradnalîn peyda dibe.

Mirovê ku hêrs hatîye an jî qehirî ye dengê xwe bilind dike, destê xwe diguvişîne dike girmik, girmikên xwe nîşan dide, xwe digujîne, diranên xwe diguvişîne û nîşan dide, di devrûyê wî de nîşanên bi tehdît eşkere tên dîtin.

Hêrsa ku ne pir giran e; mîna bêrehetî, tengî û bêkêfî yê xwe aşkere dike. Lêkolînên zanîngehan nîşan didin ku zêdetir dewisandina hîsa hêrs û qehirê dibe sedema nexweşiyên psîkolojîk. Gor hinek psîkologan sedema nexweşiyên nefsî yên mîna depresyon, nexweşiya zêde xwarina xarin û zêde vexwarina alkolê dewisandina hîsa hêrs û qehirê ye. Nexweşiyên derûnî di demên dirêj de dibin sedemên nexweşiyên bedenî jî. Mînak: zêdebûna kolosterîn, bilindbûna fişara xwînê, têkçûna dil, xerabûna herikandina xwînê û hwd.

Mirov çiqas rê bide derbûna vê hîsê ewqas jî xwe van nexweşîyan diparêze. Rêdayîn bi kirina sporê, ji însanan re têkilî peyda kirin, ji xwe re hobî karxistin û hwd dibe.

Mirovî pir zû û zêde hêrs dikeve û diqehire re va hesta bûye nexweşî. Mîna hemû hestan va hesta jî bi pîvan mirovan tehlûke û tehdîtan diparêze; dema bê pîvan bû jî dibe nexweşî.

  1. ^ 1

1 http://ku.wikipedia.org/wiki/Hest

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

http://rojaneya-min.blogspot.de/