Hôtel Europe (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hôtel Europe pirtûkeke Ferhad Pîrbal e ku Hôtel Europeyê dişibîne Ewropayê, lewra Ewropa ji hemû penaberan re hotelekî ye.

Mijar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di berhemê de sirgûnî temayeke sereke ye. Nivîskar, sirgûniyê li ser derûniya lehengan tesîrên çawa hiştiye dide nîşanê me. Zorî û zehmetiya penaber an em bi çavên nivîskar dibînin.

Mihemmedê Hacîzade meleyekî xelqê Îranê ye. Ji aliye rejima Îranê ve hatiye sirgûn kirin. Mihemmedê Hacîzade ji aliyê komara Îslamî ya Îranê ve bi sê gunehan hatiye gunehbarkirin. Yekem; bir û baweriyên li dijî komara îslamî ya Îranê. Duyem; pişte xelî libasa wî, ji deste wan aciz bûye û hawara xwe gihandiye Fransayê. Sêyem; li bajarê şemzînan keçek kiriye jin paşê jî mehra xwe çênekiriye (27). Tiştê ku bala min kişand sernavekî beşekî ‘Bizin li welatê me ji mirovan azadtir in’(31). Dîsa di heman beşê de wiha dibêje Mihemmedê Hacîzade ‘ Heke dewletên me yên misilman baş bûna… em ê ji ber çi neçar bibûna li welatên gawiran li ewropayê bibin penaber’(33). Ji wan hevokan em dikarin vê encamê derxînin tu kes ji kêfa xwe re terka welatê xwe nake. Û penaberî tiştek hêsan nîne zimanekî biyanî, çandekî biyanî ji her aliyê ve zorî û zehmetî. Mihemmedê Hacîzade yek ji wan e ku li ewrupayê zorî û zehmetî dikşîne. Xeyalekî vî heye ku li ewrupayê niştecih bibe. Bi awayekî sirûştî nivîskar û vebêjerê pirtûkê Ferhad nas dike. Ferhad 11 sale li Hôtel Europe de dixebite ji xeynê vê jî wênesaz e. Ferhad ji Mihemmedê Hacîzade re dibe alikar her çiqas ji aliyê hevalên xwe ve bê rexne kirin jî ê Mihemmedê Hacîzade bi tenê nahêle. Mihemmedê Hacîzade li Tehranê mela bû li welatên misilmanan qedr û qîmeta melayan zêde ne. Mihemmedê Hacîzade vê rewşê li ewrupayê nabîne,jiyanekî wisa hat rastê vî ji bo ku jiyana xwe berdewam bike her rêyê ji xwe re mûbah dibine. Ji bêçariyê derew dike li falan dinêre. Lehengekî din jî Monsieur Luciana ye. Luciana xwediyê hotelê ye û yekî dewlemend e. Luciana hem patronê Ferhad e hem jî ew û Ferhad her dem li ser edebiyatê diaxifin. Luciana mirovekî entellektûl e hakimê edebiyata rojhilat û Farisan e. Evîna Luciana û Zîba. Qasê çar salan bi hev re hinek tiştan dijîn. Paşê bavê Zîbayê dikeve navbera wan û ji hev dûr dikevin. Di pirtûkê de penaberî, hûner, edebiyat, şera Iraq û Îranê, zilma Naziyan li ser cihuyan, bûyerên ku bi ser Kurdan de hatine bi avayekî hûnerî tê honandin.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]