Partiya Maf û Azadiyan
(Ji HAK-PAR hat beralîkirin)
Jump to navigation
Jump to search
Partiya Maf û Azadiyan, bi tirkî Hak ve Özgürlükler Partisi (HAK-PAR), partiyeke siyasî li dewleta Tirkiye ye. Di sala 2002'an de hat damezrandin. HAK-PAR li Tirkiyeyê çalak e. Serokê HAK-PAR ê kevn Abdulmelîk Firat bû û cîgirên wî Îbrahîm Güçlü, Fehmî Demîr û Necdet Gündem bûn. HAK-PAR zêdetir ji kesan pêk tê ku berê endamên partiyên wekî PSK, PDK-Bakur û Rizgarî bûn.
HAK-PAR niha li gelik cihan civînan lidar dixe ta ku xala li ser daxwazkirina federasyonê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî li Bakurê Kurdistanê têxe destûra (programa) xwe.
Serokên Giştî yên HAK-PAR'ê[biguherîne]
- Abdulmelîk Firat (2002 - 2006)
- Sertaç Bucak (2006 - 2008)
- Bayram Bozyel (2008 - 2012)
- Kemal Burkay (2012 - 2014)
- Fehmî Demîr (2014 - 2015)
- Refîk Karakoç (2016 - )
Girêdanên derve[biguherîne]
- Malpera HAK-PAR (bi tirkî)