Hamşenî (ziman)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hamşenî, hemşenî, homşetsî, zaraveyê homşetsî (bi ermenî: Հոմշեցի) an homşetsî lîzû ("zimanê hamşenî") ji zimanê gelê hamşen diaxivin re tê gotin ku yek ji zarave yan devokên kevn ên zimanê ermenî ye. Di nava devokên ermeniya rojava de tê hejmartin. Li ser zarave yan devokbûna wê hêj tê gotûbêj kirin.

Li Tirkiyeyê herçendî zêdetirî 500.000 hamşenî hebin jî axavtvanên vî zimanî gelek kêm e, gorî hin çavkaniyan 15-20 hezar e. Pirraniya hamşenan hatine asîmîlekirin. UNESCOyê ev ziman kiriye lîsteya "zimanên di bin xetereya windabûnê de ye".

Pirraniya nivşên nû ji xeynî çend bêje, têgîn û diyalogan, bi zimanê zikmakî nizanin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]