Harpagos

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Harpages hat beralîkirin)
General Harpagus, li pişt Kûruşê Mezin ( tevnê wênekirî ji sedsala 18-an).

Harpagos navê wezîrê padişahê dawiyê yê Împeratoriya Medan Asteyax e. Wî piştî ku padişah ji bo ku wî neviyê padişah Kûruş, Farisî: کوروش بزرگ, Kūrošé Bozorg), li gor fermana padişahî nekuşt ciza kir û li gor hin riwayetan, goştê kurê wî pê da xwarin. Harpagos jî di şerê di navbera Kyros û Astiyages de xiyanet li Astiyages kir. Ew bi vê xiyaneta xwe di dîrokê de bi nav û deng e. Her wiha Herodot jî bahsê kiriye û dibêje ku piştî ku Astiyages di şer de têk diçe gotiye Harpages "Te dixwest tu tola xwe ji min hilînî, te ji bo çi kesekî ji Medan ne anî ser desthilatdariyê?" Paşê jî dibêje ku êdî piştî vê xiyanetê farisên ku berê di desthilata Medan de bûn, bûne fermandarên wan.