Hejar - Mêrê mezin evîna biçûk (fîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hejar - Mêrê mezin evîna biçûk
Büyük Adam Küçük Aşk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DerhênerHandan İpekçi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Senaryo
  • Handan İpekçi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Aktor
  • Yıldız Kenter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çapkirin
  • 2001 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dom/Mawe120 deqîqe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
WelatTirkiye, Yewnanistan, Mecaristan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanZimanê tirkî, zimanê kurdî li ser wîkîdaneyê biguhêre

Hejar - Mêrê mezin evîna biçûk bi tirkî: Büyük Adam Küçük Aşk navê filmeke Handan Îpekçî ye. Film di sala 2001an di Tirkiyê de hat çêkirin.[1] Mijarê filmê pirsgirêka qedexebûna zimanê kurdî ye.

Film, çîrokeke li ser têkiliyên mirovî û kûr e. Filmekî li ser du nifş û du kulturan e. Keçek Kurd biçûk dilê dadgerekî Tirk nerm dike. Ji aliyê derhênereke Tirk ve, ku nifşekî nû ye Turkiyê temsîl dike, hate kişandin.

Hejar, dê û bavê xwe li rojhilatê Turkiyê dema operasyoneke polîsan winda dike. Cîranek ji gund wê tîne Stenbolê, cihê ku dadgerê karkenarî Rıfat Bey rastî wê tê. Hejar dema hewceyî parastinê ye, di derbekê de xwe li cem Rifat Bey dibîne û divê cara duyem ji destê polîsan were xelas kirin. Ew wek xizmetkarê dewletê û dozger tenê bi Tirkî dipeyive, lê Hejar tenê bi Kurdî diaxive. Hejar bi rûyekî xemgîn û xeberên cuda hêdî hêdî bi serdikeve û dihêle ku zilamê kal dev ji helwesta xwe ya radîkal berde. Rifat bey fêrî Kurdî dibe û Hejar bi Tirkî gotinên pêşî dibêje. Û êdî herdu bê yî hevê nikarin bijîn.

“Hejar, mêrê mezin, evîna biçûk” li aliyekî bi xelatên navneteweyî baş hate naskirin, li aliyê din li Tirkiyê hate qedexekirin.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Büyük Adam Küçük Aşk". www.tsa.org.tr. Roja gihiştinê 19 tebax 2021.
  2. ^ "'Büyük Adam Küçük Aşk'ın yasaklanması". arsiv.ntv.com.tr. Roja gihiştinê 19 tebax 2021.