Helaw
Xuyakirin
Helaw, helwa xwarineke ji koma şîraniyan e, di pêjgeha kurd û gelên rojhilata navîn de navdar e.
Tê gotin ji îranî belav bûye û peyva helwa (حلوى "Halwa") bi erebî tê wateya "ya rindik, xweşik". Îhtîmalek e ku helaw bêjeyeke îranî be ji îraniyan, bi pejirandina îslamê ve derbasê ereban û herêmê bûbe. Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin.
Helawên pêjgeha kurd û yên li Kurdistanê tên xwarin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Helawa zeyê
- Helawa zivistanê
- Helawa ardikê
- Helawa guvişk
- Besteniya helawê
- Helawa dimsê, çend cureyên wê hene
- Helawa ardê (arvan), çend cureyên wê hene
- Helawa bê doşaviyê, çend cure
- Helawa asûriyan, bi romîkî (tirkî) dibêjin helvayî hakanî
- Helawa asûriyan a bi rûnê nivîşkî, bi romîkî navê wê kirine "saray turk helvasi"
- Helawa bipenîr, çend cure
- Helawa şîr an helawa koçeran
- Helawa qendîlê
- Helawa germ
- Helawa hingiv û behîvê, bo romîkî kirine "sabun turk helvasi"
- Helawa ard û to, helawa Erdêxanê, helawa Selimê
- Helawa bêrtiyan
Ji ardik, xwê, darçîn, şekir û avê tê çêkirin. Helawên niha yên di fabrîkan de tên çêkirin ne sade ne, gelek tişt tevlî ne. Bi têkirina dims, lîmon, madeyên rengdêr ûêd helawên îro pirr bi tehm bin jî ne ewçend li tenduristiyê tên.
Helaw hinekê jî pîroz e?
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di rojên şahî û şînê de dibe ku bi bandora ola Îslamê be, hin kes helawê çêdikin û belav dikin.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Helawa kakilkirî
-
Helaw li sûkê
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |