Vîrusa Hepatît C

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hepatît C vîrûs hat beralîkirin)

′′′Hepatît C vîrus′′′ vîruseka RNAyî ya biçûk (qebareya 55-65 nm) ya qalikdar ji malbata filavîvîrusan e ko RNAyahest-erênî ye. Di mirovan da, ev vîrus hokara nesaxiya hewdana vîrusiya cergî û coreyekê penceşêra cergî (cergxanepenceşêr) û lîmfomayê ye.

Tixmnasî (Taksonomî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev vîrus ji cinsê hepacivirusan ji malbata flavîvîrusan e. Heta sala 2010ê wesa dihat hizirkirin ko ew endameka tekan ya wî cinsî bû. Lê endameka dî ya vî cinsî di segan da jî hat vedîtin. Bi kêmanî endameka dî ya vî cinsî heye ko dikare hespan jî tûşî hewdanê bike. Çend vîrusên dî yên vî cinsî di çekçekûleyan da jî hatine vedîtin.

Nijinman (struktur)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hepatît C vîrusê qalikeka ji perdeya çewrî (lipid membrane) li dora xwe heye û tîreya (diameter) wê 55-65 nanometer e. Du şekreprotîn anko glîkoprotîn (E1 û E2) di nav wê qalika bezî da hene. Ew alîkariya pêvenûsiyan û çûna vîrusê bo nav xaneyan da dikin. Di nav qalikê da kakileka bîstalekî heye ko tîreya wê 33-40 nanometer e. RNA ya vîrusê di vê kakilê da ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]