Herka Kendavê
Herka Kendavê(Îng. Gulf Stream) herkakê germê ava Okyanûsa Atlantîk e. Ew berve ewropa diherike û navbera Gronland û parzemîna ewropa re derbaz dibe û li Îrlandayê wê de wek Herka Atlantîka Bakur tê nav kirin.
Herkê kendavê ewqas bilez diherike ko ew di çirkekê de 1,5 · 108 M³ diherike. Va herikê di çirkekê de 100 carî ji avê ko di çemên dinê gîşkê de diherike pirtir e.
Navê wê ji hêlê Benjamin Franklin hatibû dan û wî jî bo Kendava Meksîk va nava da bû. Ew berê wek Herka Florida jî dihat nav kirin.
Rêgeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di Kendava Meksîk de avê germ dest bi herikê xwe dike li beravên Emerîkaya Bakur wek herka Florida diherike. Herka Kendavê ji yekbûna Herka Florîda û Herka Antîlanê ko li bakura Bahama digêhine hev pêk tê. Ew siftê beravên Emerîkaya Bakur germ dike û pê xwe li beravên Emerîkaya Bakur difilitîne jî berî xwe çerxa ser Ewropayê dike. Ew li beravên Neufundlandê rasta herika ava sarê Herka Labrador tê û der bi der bi wê ve teva hev dibe. Êdî ko ew digêhê girava Brîtanyayê wek Herka Atlantîka Bakur tê nav kirin. Ew pê giravê Brîtanya re ji hev vediqete û dibe sê şaxên bingeh. Yek çerxa başûr dibe û ew wek Herka Kanarya tê nav kirin. Yek navbera Îzlanda û Brîtanyayê de dewam dike û ew wek Herka Norweç ê nav kirin. Yek jî navbera Îzlanda û Gronlandê dewam dike û ew jî wek Herka Irming tê nav kirin.