Hevalên derewîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hevalên derewîn an jî hevalên çewt (bi înglîzî: false friends) hin peyv hene ku bi temamî yan pirr wek hev in lê ziman yan zaravayên cuda de yan jî li deverên cuda maneya wan cuda ye. Mirov bawer dike ku ew peyvên nas in lê dibe ku mirov xelet wan fehm bike. Navê peyvên wisa "hevalên derewîn" yan "hevalên çewt" e.

Nimûneyine hevalên derewîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bo nimûne, peyva pirr di kurmancî, soranî û zazakî de heye lê di kurmancî de wateya wê gelek e lê di soranî û zazakî de maneya wê tijî, tije, dagirtî ye.

Dîsa peyva mil di kurmancî de maneya "beşa jorîn ya destan" dide lê di soranî û zazakî de wateya stû dide.

Di kurmancî de peyva kin li hin deveran heye û maneya "kurt, ne dirêj" dide. Kin di hin devokên soranî de jî heye lê maneya "(li) ba, (li) cem, (li) nik" dide.

Di kurmancî de peyva kir ji lêkera "kirin" e. Lê di zazakî de kir maneya kîr ya kurmancî dide.

Di kurmancî bi xwe de jî bo nimûne peyva poz li hin deveran maneya "difin, bêvil, kepî, organa bêhnkirinê" dide lê li hin deran jî maneya wê qûn e. Wateya peyva pêsîr li hin deran "bersîng, paxil, memik, çiçik" e lê li hin deran jî ew maneya "navran, navbera herdu piyan" dide.

Di înglîzî de gift maneya "diyarî, hediye" dide lê di almanî de maneya wê jehr e û di swêdî de jî zewicî ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]