Şirnex
Navçeya Şirnexê Şırnak | |
![]() | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Serbajar | Şirnex |
Hejmara nahiyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara gundan | 14 gund |
Gelhe (2013) | 87.187[1] kes |
Rûerd | 1.864[2] km2 |
Berbelavî | 44,5 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2013) | 87.187 kes |
Koordînat | 37°31′11″Bk 42°27′34″Rh / 37.51972°Bk 42.45944°Rh |
Bilindayî | 1.385 m |
Koda postayê | 73000 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Şirnex bajarrekî li bakurê Kurdistanê li Botanê û herweha navenda parêzgeha bi heman navî parêzgeha Şirnexê ye. Wate ya wî navê "Bajarrê Nûh" e [3]. Bajarrê Şirnaxê di şerê sala 2016an de bi destê hêzên leşkerî yên dewleta tirkî bi temamî wêran bûye.
Naverok
Kronolojiya bajêr[biguherîne]
Berî Zayînê:
- 3000- 1300 dema Huriyan
- 1300 - 800 dema Naîriyan
- 800 - 612 dema Asûriyan
- 612 - 550 Imparatoriya Med
Piştî Zayînê:
- 641- 700 dema Ereban
- 927 dema Bîzansiyan
- 1107 dema Selçukiyan
- 1231 dema Moxolan
- 1514 dema Osmaniyan
Erdnîgarî û sînorên bajêr[biguherîne]
Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Colemêrgê ve, li bakur bi Sêrtê ve, li başûr bi Dêrika bin xetê û Zaxo ve li rojava jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.
Taybetiyên çanda erda bajêr[biguherîne]
Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Pîvana zozan û deştan jî ji % 24,3 e. Li herêmê, deşta Silopî û Cizira Botan genim, kuncî, genimê şamî û pambû te çandin. Li Sirnex bi xwe nîsk û tûtin cihê giring in. Her wusa fêkiyên wek sêv, hinar, hêjir, gûz, tirî, hirmî û xox qasi têra hêremê tê çandin,
Avhewa[biguherîne]
Li heremê avhewayeke reşahiyê heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî pir sar û şil û şilope derbas dibe.
Çiyayên herêmê[biguherîne]
Gabar (2.838 m), Cûdî (2.114 m), Mirgomar (1.807.m), Deşt, gelî û zozan: Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyayîbûna heremê kêm in, lê ji ber ku li heremê pir çiya hene, geliyên mezin li herêmê hene. Wekî; geliyê Dicle, geliya Botan û hwd.,kelê mêmo(qilaban,1924
Deştên Silopî û Cizîrê[biguherîne]
Di navbera Silopî, Cizîr û Dêrika bin xetê de, di geliyê çemê Dîcle de ye. Dirêjbûna deştê 40 km û firehbûna wê jî 10 km ye.
Çem û gol[biguherîne]
Botan, Dîcle û Xabûr çemên herî mezin ên ku li herêmê diherêkin. Gol li herêmê tune ne.
Babetên ajalan[biguherîne]
Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijîn pir in: pezê kovî, qertel, kew, baz û qajik hinek ji wan in.
[biguherîne]
- Şirnex (Şırnak), 87.187
- Elkê (Beytüşebap), 17.425
- Cizîra Botan (Cizre), 129.578
- Basê (Güçlükonak), 11.692
- Hezex (İdil), 72.379
- Silopiya an jî Silopî , 117.665
- Qilaban (Uludere), 39.329
Tevahiya sermijarî herêmê (tevî gundan) 475.255 e.
Belde:
Aborî[biguherîne]
Dewlemendiya binerdê[biguherîne]
Li herêmê sereke dewlemendiya bin erd Komure. Wusa kû, komura ji derdora sêrgirê li başûrê Şirnex der tê, têri enerjiya hereme giş diki. Weke din nişanen neft, (petrol) hebi ji, ji aloziya li Kurdistan hêzên ser dest naxwazin û nahêlin lêgerin u derxistina dewlemendiyên bin erdiyen heremê çê bibe.
Ciyên turîstîk, tarixî û gerê[biguherîne]
Li Cizîra Botan tirba Mem û Zînê, Medresa Sor taybetî ji alî gelê Kurd û turîtan ve tê ziyaretkirin
Çand û huner[biguherîne]
Ol û civak[biguherîne]
Muslumantî piraniya nifûsê pêk tîne. Li gundên Elkê û Qilava hinek Xirîstiyan jî hene. Piraniya civakê ji kurdan pêk tê. Û li Elkê (Beytüşebap), Tirba Sê Birayan jî ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin.
Xwarênên herêmê[biguherîne]
Keşkek û penêrê Sîrîkê xwarênên naskirî yên herêmê ne. Lazime meriv xwarne germ e tamxwes ji ji bir neke. Ser u pe, gutilik, serbidew, suryaz xwarnen hereme ye cihegiringin.
Kincên heremê[biguherîne]
Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligekî ku milên wî dirêj û nexşkirî (celehu) tê lixwekirin. Di lingan de goreyên ji hiriyê çêkirî û pêlavên ku jê re dibijin "reşik" tên lixwekirin.
Jinên herêmê fîstanên hevrişim ê rengîn ku dibiriqin li xwe dikin. Şalwarekî fireh û goreyên ji hiriyê li xwe dikin. Kefî an jî pûşiyê didin serê xwe. Pêlavên lastîk an jî çaroxê jî li werdigirin.
Li heremê cilên modern jî, bi taybetî van salên dawî tê lixwekirin.
Şer û wêranbûna Şirnexê, 2016[biguherîne]
Di 13ê adara 2016an de li Şirnaxê qedexeya derketina kolanan hat ragihandin û dorpêç û êrîşên li dijî Şirnexê dest pê kirin. Hêzên leşkerî yên dewleta tirkî piştî 246 rojan taxên Gazîpaşa, Yeşîlyurt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cumhuriyet û Bahçelîevler bi temamî wêran dikin[4].
[biguherîne]
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ tuik, 2008
- ↑ www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220
- ↑ kerkuk-kurdistan.com
- ↑ http://kurdishquestion.com/article/3612-246-days-after-curfew-and-siege-sirnak-in-photos