Hişar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Taswîrkirina xebata hişê mirov ji sedsala hivdehan

Hişar an hiş (bi îngilîzî: consciousness, bi almanî: besinnung) taybetiyeke mirov e ku wê ji ajalan vediqetîne. Ji ber ku peyva hişar hin caran bi peyva hişarî-hişyarî ve tê tevlîhevkirin hewceyî bi dayîna wateya wê ya di zimanên din de hebû.

Ji xwe haydarbûna mirov, xwe wekî kesayetiyek dîtina mirov e. Heger mirov di xewê de be, bandora hişarê winda dibe. Peyva hişarî ji hişarê tê, ango ya ku karê hişarê ye.

Di van salên dawî de bi navê Kognîtîv Psîkolojî şaxeke din li psîkolojî yê zêde bû. Ango derûnînasiya hişarê, psîkologiya hişarê. Ev zanîstiya han, fonksiyonên hişarê nas û şîrove dike û lêdigere ku bi riya van fonkiyonan hin nexweşiyên psîkologîk çareser bike. Mixabin ji zû ve ev beşa zanîstiye kete destê fîrmayên reklamê. Ewana vê zanîstiyê bo firotina hilberînên xwe, tevgerguhêstina mişteriyên xwe bikartînin. Herwekî hin dûgel jî vê zanîstiyê di şerê psîkolojîk de bikartînin.

Hin ceribandinan eşkere kiriye ku Fînmasî dema ku xwe di neynikê de dibînin, nasdikin. Ango hişareka wan jî heye. Hişar bi bîranînê ve girêdayî ye. Heger bîranîn nebe, berdewamiya hişarê nabe. Sigmund Freud wekî hişarê li ser binhişar ê jî xebatên mezin kiriye.