Şerê psîkolojîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Şerê psîkolojîk, operasyona psîkolojîk, birêveberina operasyona psîkolojîk, cureyê herî dawî yê şer e ku pêşketinên nûjen bikartîne. Propaganda û çalakiyên psîkolojîk, du elementên wê yê girîng in.

Operasyonên psîkolojîk parçeyek ji şerê psîkolojîk in. Di gelek zimanên rojavayiyan de şerê psîkolojîk û operasyonên psîkolojîk bi heman wateyê tên bikaranîn. Ji ber ku di şerê psîkolojîk de, hin rêbazên şîdetê jî hene, ya ewropayiyan ne rast e. Di zimanê kurdî de bikaranîna wê rasttir e. Ango şerê psîkolojîk ji operasyonên psîkolojîk mezintir, berfirehtir e.

A rastî dîroka şerê psîkologîk jî wekî dîroka şer kevn e. Lê ti carî wekî îro nehatiye bikaranîn. Heya Îskenderê Mezin , Cengîz Xan jî şerê psîkologîk kirine. Şer bi xwe elementên psîkologiyê dihewîne. Bo mînak, artêşek li hemberî dijmin aliyên xwe yên qels nîşan nade. Moralê dijmin xirabkirin, parçekirina hêza dijmin, înformasyon girtin û înformasyonên çewt belavkirin, bawerî û cesareta dijmin şikênandin hwd. hemî elementên şer in. Lê piştî sedsala 19emîn kû teknîka înformasyonê pirr bipêşket, şerê psîkologîk jî bû girîngtirîn rêbaza şer.

Nazî yan li Germanistanê bi riya wezareta propagandayê hemî gel xistin bin bandora xwe. Herwekî brîtaniyan, amerikayiyan, ûrisan di dema Şerê Sar de şerê psîkolojîk bipêşxistin. Divê mirov li vir behsa Komara Tirkiyeyê jî bike ku xwedî tecrûbeyeke mezin e di warê şerê psîkolojîk de.

Heya bigire li Tirkiyeyê desthilatdarî bi giştî, di bin kontrola Saziya Şerê Taybet (ÖHD) an bi navê xwe yê nû Serkaniya Hêzên Taybet (ÖKK) de ye ku bi giştî rêbaza şerê psîkolojîk bikartîne.

Hin mînak ji şerê psîkolojîk ên Tirkiyeyê yê li dijî kurdan[biguherîne]

Tirkiye li dijî têkoşîna netewî ya kurd şerê taybet, şerê psîkolojîk dimeşîne. Bo mînak di nava kurdan de tirs û xofê belav dike. Baweriya kurdan dişkîne, yekîtiya wan parçe dike. Polîtîkaya pişavtinê dimeşîne, kurdan ji ziman, çand û kesayetiya xwe dûr dixîne.

Kurdan paşvemayî dihêle, aboriya kurdan xirab dike, wan bi navê ol û biratiyê dixapîne, bi ol û zaraveyên kurdî dileyîze, pevçûna namûs û mêrkujiyê lidardixe, ciwanên kurdan dixurifîne, di nava gelan de dijminahiyê sazdike, dîrokên fermî dinivîsîne, li qada navneteweyî îmaja kurdan reşdike hwd. Bi vana dixwaze kurd bisernekevin, dewletê mezin, mafdar û xurt nîşanbide û desthilatdariya xwe bidomîne.

Şerê psîkolojîk, hemî pêşketinên psîkolojiyê bikartîne. Herwekî operasyonên polîtîk jî lidardixe.

Herwiha binêrin[biguherîne]