Higtaba Semsûrê
Xuyakirin
Higtaba Semsûrê jî wekî higtabên din patîle yan bi gotina ewropayî, pîza ye.
Ji mehelmiyan an asûriyan hatiye?
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xebateke zanistî nehatiye kirin lê bi texmîni ji gelê cîran mehelmî yan asûrîyan, ku herdu gel jî samî ne, xwedî heman rehên çandê ne, derbasê pêjgeha kurd bûye. Ji higtaba bi hêkê re, hêktev tê gotin.
Cureyên navdar ên higtabê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Higtaba bi penîrê
- Higtaba bi qeliyê
- Hêktev (higtaba bi hêkê)
Berkeliya (melzemeyê) higtaba Semsûrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Patîle (bi qasî ku têra têkela we kir)
- 200 gr goştê qelandî yê tîkegoşta mihê, yan qeliya zivistanê
- 2 serî pîvaz
- 2 KX (kevçiyê xwarinê) bexdenûsa hûrkirî
- 1 KÇ (kevçiyê çayê) îsota sor
- 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
Amadekirina patîleya wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ard (arvan) berdin teştekê, nava wê vebikin. Hevîrtirşê bi şîrê bişekir bihelînin, ron bikin. Viya berdin nava vekirî ya ardê. Rûn, du hêk û xwê jî tevlî bikin û hêdî hêdî hevîr bistrên.
Hûn bi dilê xwe ne lê girik bi qasî hêkê bin baştir e. Bi destan vebikin.
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tîkegoşt an qeliyê hûrbikin, pîvazê jî ziravkî. Biharbêhnê (biharat) tevlî bikin, tavbidin. Li ser pîdeyê (yan pîdeyan) rabixînin û navêjin firneyê, bila bipije.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |