Hinduîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hinduîzm an dînê hindû yan jî hindûyîtî yek ji dînên serekî yên cîhanê ye. Dînekî pir berfireh ê Hindistanê ye. Bawermendên hinduîzmê hindû tên navlêkirin û ayîna hindû yek ji kevintirîn dînên roja îro ye.

Dînê hindû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Prensîba hinduîzmê ya herî girîng Dharma ya. Dharman, ji aliyê olî û civaknasî ve, ku ku di her mijar û xalê de tevgerên xwe mirov bi guharanê, hebûna wê hemûkî dike nava xwe de. JI ya herî serî re ji rastitiyê(realite) re berg dike û bawer dike ku tim mirovahî wê rastitiyê farq bike. Li gor Hîndûyîzm li gor baweriya wê dojehê an ji lenetkirin ya ebedî nîn e. Tenê di ´Vaishnavvism Dvaita´ ye ku pêştî zayîn li sadsala 13. afirî de heya. Madhva giyan li sê beşan cudekiriya û aniya ser ziman.

1.Gîyanên ku wê gihina Mokşa, ji wan re Mukti-yogyas tê gotin. 2.haya mirinê giyanên ku wê di çapraza mirinê de jîn dibin, Nitya-samsarins. 3. haya dawiya jiyanê giyanên ku wê êş û elemê kişênin û hatina lenetkirin, Tamo-yogyas.

weke hîmê nêrîtan hemû tê tê dîtin nêzîkatiya perspektife monîst û dûalîtî weke olên mezopatayayî ji xwedeyekî weke ku di felsefe wê de tê ser ziman "deîzm" yek yazdantî, riyên pir-yaznditiyê hemûkan erê dike. Riya Hîndû, hêzdarî, ji zore dûr, tevgerên baş û rastiti zagona wê têne ser ziman. Hemû "karma" paqijbûn û ta ku xwûde kifş bike her hebûn wê careke din bi laş bibe. Ev wê wilo domê. Ew parastgahên pir xweşik û di malên hîndû de ew ola ku tişî rehetî û hûzûr, Metafîzîk û Yoga awayê zanistê ji di afirêne.

Hîndû, olaka Mîstik e. Di vê olê de hundurê şaxsiyetê û rastiyê bi şaxsi tecrûbe bike, wê di dawiyê de xwûde û mirov bike YEK baweiya wê ye ku mirov digihêne asta wê ye herîbilind. Hîndûyîzm, olaka dinyayê ye herî kevn e. Serê wê ne kifşe ku kengî bûya. Haya berî deme dîrokê ya ku tê nîvîsandin diçê. Hîndûyîzm, haya ku berî zayînê, ku "Vada"yên wê hatina nivîsandin, diçê berî wê. Berî zayîne di demên Pre-Harapa û harapa de Hîndûyîzm ola Şaristaniya Îndûsan bû. JI vê demê ku maya hin şûnpê ji "Şîva"hatina dîtin. Yekî wê avakiriya bi nav nîn e.

Hîndûyîzim, di demên berî zayînê de di 800 wan de li Brihadaranyaka Upanîşad hin şûnpêyên baş hatina dîtin, ku Karma û Rearkarnasyon bawariya wan hata dîtin.

Titên ku mirov jiyana xwe dike, hîs dike, û hizir dike, diyarde û lajwerdên wê, wê şaxsiyat û di paşarojê de tiştên ku bike û xosletên wî û baxtê wî wê kifş bike. Bi awayekî din ji li gor Hîndûyîzmê, ku mirov di farqê de ji be û ne di farqê de ji be, mirov baxtê xwe kifş dike. Xwûde, ji wê baxtî, ku bandûraka "xirab" bike, mudahala nake. Wekî dî ji, tiştên ku di jiyana mirov de xirab dibin, di pişt wan de "xwûde" nîn e. Lê ku ji xwûde re ji dil û di hundur de ber(dua) bê kirin, hingî wê xwûde bi awayekî baş bandûrakê ji lê bike.

Li "çakra"yên bilind ku "aqaşîk" bîr e, dî jiyana mirov de, "astal", di boyuta wê de awayên hebûne çêkirin, hizirkiirn, xosletên lajwerdî bi awayê bandûraka giyanî ku bike, bi awayekî "qeyd" ji dike.

Li gor Hîndûyîzmê, tişte ku tê serê mirov weke xirabî û tofanan tê eleqe wan bi xwûde re nîn e. Xwûde, bi ti awayî nabe sedeme xirabî û tofanan ji bo mirov. Xwûde, weke ku zagotinên fîzîk û xwezê afirandin, wilo ji ye karma afirand. Li gor wê ji mirov bi xwe bi xwe baxtê xwe di bînivîsêne. JI her ku xwûde "hêzkirina", ku mirov dil û di hundur de jê re berg bike, hingî wê ew bi awayekî baş wê bandûrakê li karma mirovan bike. Sê awayên karma hene. 1. Sanchita karma, 2. Prarabdha karma, 3. Kriyamana karma´ ya.

Prrabdha karma, awayê karma yê ku naye guharandina. Ji ber vê ji, "amcama" wê bê jîn kirin. wê divêt ku bê qat kirin. Di tijbêhe derketina tîr ji kavan. Ku tîr ji kavan derket, êdî "ew baxtê wê jîn bike". Tiştekî li ser tîr bike nîn e. Ya tenê bike ji, ewe ku "kriyamana karma" yanî ew rewşe ku heyî an ji wê piştre careke dî weke wê bê jîn kirin, li gor wê xwe amede bike. Ku tîrekî dî ji kavana wî derket, wê baş cihê ku wê heriyê de kifş bike. Li ser wê bi hizire. Mirov haya ku ji hemû karmayên xwe paqij bibe wê êdî hertimî bi mire û bibe. Ev ji "samsara" ya. Wê li samsara bimêne, haya hingî. Êdî ku tiştekî fêr bike û jîn bike nema, Cihê ku jê re dibêjin "Mokşa" yanî cihê ku wê lê xilas bibe, wê gihê wir. Êdî wê samsara mirin û bûnê wê jê re bidawi bibe.

Baweriyên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baweriyên ku Hîndûyîzm erêkirine mirov karê weha bêne ser ziman.

  • Vedayan(Samhitan, Brahmanan, Aranyakan, û Upanşadan) gotinên xwûde ne. Di asta bilind de ku hebûnên "Reşî"yan bi riya wahiyan hatina.
  • Evin in û do hundur de ne, û li herderî ne, hem afrînerin û hem ji yên ku hatina afirandin bixwe ne ji, Ku bi gelek awayan mirov karê wan bihizirê, di awayên cûre de hatina binavkirin, hemû tiştî, ku hemû hebûn û gerdûnê dike hundurê xwe de, ku di dilê her giyanî de ye, "giyana ser" ku tê zanîn Xwûde.
  • Gerdûn herdayimî di bûn û parastin û ku di pêvajoyên tinekirinê de buhurtî û dayimî bûyî..
  • Ku hemû hebûnana ku bi kirin, hizirkiirn û hîskirinn xwe baxtê xwe kirî û çêkirî, zagona Karma ye zagona etkî û tepkiyê.
  • Hemû hebûn, ku haya ku pêvajoyên xwe yên evrîmî temem bikin, hertimî dise û dise bi laşbûna wan û piştre çûna wan ya li Mokşa/bawariya Reankarnasyonê..
  • Hemû jiyan û tişt û mirovên ku jîn dibin, ku pîroz in û rêze maf dikin, zagona ku zirerê nede ti tiştekî, "Ahîmsa".
  • Bi tenê, olek nîn e, gelek ol hene, û hemû ji her yekê riyak in ku pê çûn û gahana xwûde ne, wilo bêne erê kirin û rêze ji wan re bigirin..

Metnên Pîroz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ola Hîndûyîzm, ji Budîzmê cudetir, olaka wahiyê ya. bi vê ji, gelek metnên pîroz ku hene, biqasî ku bi hebûnên ser-xweza re anîna wan ya ser ziman an ji bi hebûna xwûde re girdayîne, wilo bi ji têne tê bawer kirin. Di ola Hîndûyîzmê de pêxamberî bi bêja "Rîşî" tê ser ziman. Lê ev bêja bi wate xwe ya ku tê ser ziman, ji bêja pêxambertiya ye ku di rojhilata navîn tê ser ziman, pir cude ye. Di olên rojhilata navîn de pêxamber ji aliyê xwûde ve tê hilbijartin(naqandin). Di Hîndûyîzmê de pêxamberî dîyardeyaka ki tê qizinckirina. Mirovekî ku pir caran miribe û rabûbe(reankarnasyon) û her weha bi dîtin be, ew giyanên ku di asta bilind de ne, bi wan re karê bikeve têkiliyê de û wahiyan hildê bêne û zanistên veşarti û rastteqîniyên xwûde hildê.

Mtnên hîndû yên pîroz bi du beşan têne ser ziman. "Şrutî" û "Smrîtî". Şrutî ji di wate xwe de "hiskirin"ê têne ser ziman. Şrutî ti nivîskarê wê nîn in. Ew pîroziyên ku hatina ragihandin li Rîşiyan, ew in. Vedayan, di destana Upanîşadan û Mahabaratayan de, ku beşek ji ye Bhagavad Gita kategoriya Şrutî de ya. Di mezhebe Saîvîsm de "agama"yên "Şîva" karin tenê di kategoriya Şrutî de têne hasibandin. Li gor Şîvayan agamayan, weke Vedaya rastûrast ji xwûde dibin û wahî ne û herî kêm biqasî Vedayan kevn in. Bi hezar salan bi gotinê bi dev hatina hatina roje me. Di hersê mezhebên din ji "Agama"yana weke Smrîtî têne erêkirin. Smrîtî ji, wate wê, "ye hêjaya bi bîrkirine". Di olê de cihê wan pişt Şrutiyan re têt. Smrîtî kategoriyên wê yên bin ji weha ne. Dharma Şastra(zagon û xal), Mahakawyayan( têde; ku destan, Mahabarata û Ramayana cih digirin), Puranayan(çîrok û an ji nivîsan), Sutrayan(Gotinên bavûkalan û yên weha têne afirandin), Agamayan(Mantrayan, Tantrayan û Yantrayan ku felsefe du hundurê wan de ya), Dyasanan(Ku "Vedanta" ji di nav de felsefeyên ku têde hene) Bi vê re hê heya. Di Smrîtî de 18 navên ku pir girîng ji têne hasibandin hene. Ew ji weha ne; 1. Manu Smrîtî, 2. Yajnavalkya Smrîtî, 3. Parasara Smrîtî, 4. Wîşnû Smrîtî, 5. Dakşa Smrîtî, 6. Samvarta Smrîtî, 7. Vyasa Smrîtî, 8. Harîta Smrîtî, 9. Satatapa Smrîtî]], 10. Wasîştha Smrîtî, 11. Yama Smrîtî, 12. Apastamba Smrîtî, 13. Gautama Smrîtî, 14. Devala Smrîtî, 15. Sankha-likhita Smrîtî, 16. Usana Smrîtî, 17. Atrî Smrîtî, 18. saunaka Smrîtî hene. Ev nav ji tê de pir girîng in.

Pêre ji divêt mirov bêne ser ziman, ku çar mezhep di hîndûyîzmê de hene, Ew navê weha ne; Şaiwîsm, Şaktîzm, Vişnaîzm û Smartîzm.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]