Here naverokê

Hiqûqa navneteweyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Teologê spanî Francisco de Vitoria yek ji kesyatên pêşîn ên hiquqa navneweyî ye ku li hemberê kolonîzekirina Spanyayê mafê xwemaliyên amerîkî parastiye

Dada navneteweyî an jî dada gelemper a navneteweyî komek ji rêgez, norm, kevneşopî û pîvanên standard ên dadî ye ku dewlet û aktorên din mecbûr in ku wan bi kar bînin û bi gelemperî di têkiliyên xwe yên hevbeş de pabendê van norman bibin. Di têkiliyên navneteweyî de, aktor kes û dewlet, rêxistinên navneteweyî û komên nedewletî û nesazî kolektîv in ku dikarin hilbijartinên tevgerî yên qanûnî an neqanûnî bikin. Qanûn bendewariyên fermî ne ku bi gelemperî nivîskî ne ku tevgera pêwîst ên civakan destnîşan dikin. Ji aliyê din ve jî norm, rêbernameyên nefermî ne ku ji bo tevgera guncaw ên civakan, bi gelemperî nenivîsandî ye ku ji aliyê edet û pratîkên civakî ve hatine çêkirin.[1] Hiquqa navnetewyî ji bo dewletan di qadên cihêreng de ku di nav de şer û dîplomasî, têkiliyên aborî û mafên mirovan heye, norman saz dike.

Ji ber ku desthilatek gerdûnî ya pejirandî tune ku hiqûqa navneteweyî li ser dewletên serwer bicîh bîne, hiqûqa navneteweyî ji sîstemên hiqûqî yên navxweyî yên dewletan ku bi gelemperî bi pejirandin an razîbûnê dixebite, cuda ye. Dewlet û aktorên nedewletî dikarin hilbijêrin ku pabendî qanûna navneteweyî nebin û heta peymanekê binpê bikin lê binpêkirinên bi vê awayê, nemaze binpêkirinên normên fermanî, dikarin ji aliyê yên din ve bi nerazîbûnê û di hinek rewşan de bi çalakiyên bi zorê yên wekê dîplomasî, ambargoyên aborî û şer re rû bi rû bimînin. Nebûna desthilateke mayindeyê di hiqûqa navneteweyî de dikare bibe sedema nakokiyên pir berfireh ê li herêman. Ev bi qismî bandora wê yekê ye ku dewlet dikarin hiqûqa navneteweyî bi awayekî ku ew guncav dibînin şîrove bikin. Ev yek jî dikare bibe sedema helwestên pirsgirêkdar ku dikarin bandorên neyînî li ser herêmên mezin çêbikin.[2]

Çavkaniyên hiqûqa navneteweyî edetên navneteweyî (pratîka giştî ya dewletê ku wekî qanûn tê qebûlkirin), peyman û prensîbên giştî yên hiqûqê yên ku ji aliyê piraniya pergalên hiqûqî yên neteweyî ve têne nas kirin ev in. Her çiqas hiqûqa navneteweyî di nav civaka navneteweyî de bikare were bikaranîn jî, pratîkên ku ji aliyê dewletan ve têne pejirandin ku têkiliyên baş û naskirina hevbeş biparêzin, kevneşopiyên bi vî rengî ji aliyê qanûnî ve ne girêdayî ne. Ji ber ku parastina têkiliyên baş bi dewletên bihêztir re girîngtir e, ew dikarin di mijarên qanûn û bêqanûniyê de bandorek mezintir li ser dewletên din bikin. Ji ber ku ew dikarin encamên giran li ser dewletên din ferz bikin, bi vî awayî gotina dawî di destê wan de ye.[2] Têkilî û têkiliya di navbera pergaleke hiqûqî ya neteweyî û hiqûqa navneteweyî de aloz û guherbar e. Hiqûqa neteweyî dikare bibe hiqûqa navneteweyî dema ku peyman destûrê didin dadgehên ser neteweyî yên wekî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê an Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. Peymanên wekî Peymanên Cenevreyê hewce dikin ku hiqûqa neteweyî li gorî bendên peymanan be. Qanûn an destûrên neteweyî dikarin ji bo pêkanîn an entegrekirina erkên hiqûqî yên navneteweyî di hiqûqa navxweyî de jî peyda bikin.

Peyva nûjen "qanûna navneteweyî" di destpêkê de ji aliyê Jeremy Bentham ve di pirtûka wî ya sala 1789an de bi navê Introduction to the Principles of Morals and Legislation (Danasîna Prensîbên Exlaq û Qanûndanînê) hatiye afirandin ku li cihê qanûna kevintir a neteweyan bigire ku wergera rasterast a têgehên dawiya serdema navîn ên ius gentium e ku ji aliyê Hugo Grotius ve hatiye bikar anîn û droits des gens ku ji aliyê Emer de Vattel ve hatiye bikar anîn, bû.[3][4][5] Pênaseya qanûna navneteweyî hatiye nîqaşkirin ku Bentham bi taybetî behsa têkiliyên di navbera dewletan de kiriye ku ji ber çarçoveya wê ya teng rexne lê hatiye kirin.[6] Lassa Oppenheim di gotara xwe de wê wekî "qanûnek di navbera dewletên serwer û wekhev de li ser bingeha razîbûna hevpar a van dewletan" pênase kiriye û ev pênase bi piranî ji aliyê zanyarên hiqûqa navneteweyî ve hatiye pejirandin.[7]

Cûdahiyek di navbera hiqûqa navneteweyî ya giştî û hiqûqa taybet de heye ku cudahiya dawî bi vê yekê ve girêdayî ye ka dadgehên neteweyî dikarin li ser dozên bi hêmanek biyanî û bikar anîna biryarên biyanî di hiqûqa navxweyî de desthilatdariyê îdîa bikin, lê hiqûqa navneteweyî ya giştî qaîdeyên bi koka navneteweyî vedihewîne.[8] Ji ber ku zanyar li ser cewhera têkiliya wan li hev nakin, cudahiya di navbera her du cureyên hiqûqê de hatiye nîqaşkirin. Joseph Story ku têgîna "qanûna navneteweyî ya taybet" derxistiye holê, tekez kiriye ku divê ew ji aliyê prensîbên qanûna navneteweyî ya giştî ve were birêvebirin lê akademîsyenên din van têgînan wekî rêzikên cuda yên qanûnî dibînin.[8] Her çiqas hinek akademîsyen tekez dikin ku ew ji her du cureyên hiqûqê cuda ye, peyveke din, qanûna navneteweyî, carinan ji bo behsa komek qaîdeyên hem neteweyî û hem jî navneteweyî tê bikar anîn ku ji dewleta neteweyî derbas dibin. Ew ji aliyê Philip Jessup ve wekî "hemû hiqûqên ku kiryar an bûyerên ku ji sinorên neteweyî derbas dibin" hatiye pênasekirin.[9]

Têgeha qanûna serneteweyî ku hê têgeheke nû ye di gotareke sala 1969an de wekî "peyveke nisbeten nû yê di ferhenga siyasetê de" hatiye wesifandin.[10] Sîstemên hiqûqa serneteweyî di wî demê derketine holê ku netewe bi eşkere mafê xwe yê dayîna biryaran didin, dadwerî û qanûndanîna vê sîstemê ku piştre xwediyê mafê çêkirina qanûnan e ku rasterast li her dewletek endam bandorkar in.[11] Ev wekî "asteke entegrasyona navneteweyî wêdetir ê ji navbera hikûmetan lê dîsa jî ji pergaleke federal kêmtir" hatiye binavkirin. Mînaka herî gelemperî ya sîstemek serneteweyî ku di salên dawî de derketiye holê Yekîtiya Ewropayê ye.[11]

Serdema kevnare

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Versiyona hîtîtî ya Peymana Kadeşê ye ku di nav mînakên herî kevin ên peymanek navneteweyî de ye ku heta niha hatine nivîsandin.

Hinek dewletên dîrokî hene ku kokên wan heya demên kevnar diçe,[12] di navbera wan de dadanûstandinên li ser peymanan hatiye kirin Çarçoveyek destpêkê ku ji aliyê romayiyên kevnar ve hatiye konseptualîzekirin û ev fikra ius gentium bû ku ji aliyê akademîsyenên cûrbecûr ve ji bo damezrandina têgeha nûjen a hiqûqa navneteweyî hatiye bikar anîn. Di nav mînakên herî kevin ên tomarkirî de peymanên aştiyê yên di navbera bajardewletên Mezopotamyayê Lagaş û Umma (~ 3100 b.z.) de û peymanek di navbera fîrawnê Misrê, Ramesses II û padîşahê hîtîtan, Ḫattušili III hebûn ku di sala 1279ê b.z. de hatiye çêkirin.[13] Peyman û rêkevtinên di navbera dewletan de ji aliyê dewletên li çaraliyê cîhanê ve, ji rojhilatê Deryaya Navîn bigire heta rojhilatê Asyayê, hatine danûstandin û li ser wan li hev kirine.[14] Li Yewnana Kevnare gelek peymanên aştiyê ya destpêkê di navbera bajardewletên wê û carinan jî bi dewletên cîran re hatine danûstandin.[15] Împeratoriya Romayê çarçoveyeke têgehî ya pêşîn ji bo qanûna navneteweyî, jus gentium, ava kiriye ku rewşa biyaniyên li Romayê dijîn û têkiliyên di navbera biyaniyan û welatiyên Romayê de birêve biriye.[16][17] Bi pejirandina têgeha yewnanî ya qanûna xwezayî, romayiyan jus gentiumê wekî gerdûnî dihesibandin.[16] Lêbelê berevajî qanûna navneteweyî ya nûjen, qanûna neteweyan a Romayê li ser têkiliyên bi kesên biyanî re û di navbera wan de zêdetir di navbera yekîneyên siyasî yên wekî dewletan de dihat bikar anîn.[16]

Ji destpêka bihar û payîzê ya sedsala heştem a berî zayînê ve, Çîn di nav gelek dewletan de parçe bibû ku gelek caran bi hev re di nav şeran de bûn. Piştre li vir rêgezên dîplomasî û çêkirina peymanan derketin holê ku di nav de têgehên derbarê bingehên sedem ên şer ya heqanî, mafên aliyên bêalî û yekbûn û dabeşkirina dewletan ku ev têgeh carinan ji bo têkiliyên bi barbarên li seranserê derdora rojavayê Çînê li pişt Deşta Navendî dihatin bikar anîn.[18][19] Serdema Dewletên Şer ên piştî wê bûye sedema pêşketina du dibistanên sereke yên ramanê ya Konfuçyusîzm û Legalîzm ku her du jî di wê baweriyê de bûn ku qadên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî bi hev ve girêdayî ne û hewl dane ku prensîbên normatîv ên reqabetê (dijberî) ava bikin ku têkiliyên derve birêve bibin.[19][20] Bi heman awayî nîvgirava Hindistanê di nav çend dewletan de hatibû dabeş kirin ku bi demê re qaîdeyên bêalîbûnê, qanûna peymanan û qaîdeyên tevgerê ya navneteweyî hatiye pêş xistin û hem balyozxaneyên demkî û hem jî balyozxaneyên mayî hatine ava kirin.[21][22]

Piştî hilweşîna Împeratoriya Romayê ya rojava ku di sedsala pêncemîn a p.z. de hilweşiyaye, Ewropa di piraniya pênc sedsalên pêş de veguheriye gelek dewletên ku pir caran bi hev re di nav şer de bûn. Desthilata siyasî li ser rêzek pêkhateyan belav bûye ku di nav wan de dêr, bajardewletên bazirganî û padîşahî hebûn ku piraniya wan xwedî desthilatên hevbeş û her tim diguherîn bûn. Wekî li Çîn û Hindistanê, ev dabeşbûnan dibin sedema pêşxistina qaîdeyên ku armanc dikin têkiliyên stabîl û pêşbînîkirî peyda bikin. Mînakên destpêkê qanûna kanonîk in ku sazîyên dêrî û keşîşan li seranserê Ewropayê birêve dibir; lex mercatoria ("qanûna bazirganî") ku bazirgan û bazirganiyê eleqedar dikir û cûrbecûr rêziknameyên qanûna deryayî, wekî Rolls of Oléron ku armanc dikir ku keştîvaniyê li bakurê rojavayê Ewropayê birêkûpêk bike û Qanûnên Wisby yên paşê ku di navbera Yekîtiya Hanseatîk a bazirganî ya bakurê Ewropayê û herêma Baltîk de hatibûn pejirandin.[23]

Di serdema navîn a Ewropayê de hiqûqa navneteweyî bi giranî li ser armanc û rewatiya şer disekinî û hewl dida ku diyar bike ka çi "şerekî dadmend" pêk tîne.[16] Têgeha yewnanî-romanî ya qanûna xwezayî ya ku ji aliyê fîlozofê cihû Maimonides (1135–1204) û teologê xiristiyan Thomas Aquinas (1225–1274) ve bi prensîbên dînî re hatiye ber hev kirin ku dîsîplîna nû ya "qanûna neteweyan" biafirînin ku berevajî pêşiyê xwe yê romayî yê bi heman navî ku qanûna xwezayî li ser têkiliyên di navbera dewletan de bikar dianî.[24][25] Di dînê îslamê de, çarçoveyek bi heman rengî hate pêşxistin ku tê de qanûna neteweyan, bi qismî, ji prensîp û qaîdeyên ku di peymanên bi civakên nemisilman re hatine destnîşankirin, hatiye wergirtin.[26]

Ronesans û derketina holê ya hiqûqa navneteweyî ya nûjen

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sedsala 15an şahidiya tevliheviya faktoran kiriye ku beşdarî li pêşveçûna bilez a hiqûqa navneteweyî bûn. Hiqûqnasê îtalî Bartolus de Saxoferrato (1313–1357) wekê damezrînerê hiqûqa navneteweyî ya taybet dihat hesibandin. Hiqûqnasekî din îtalî Baldus de Ubaldis (1327–1400) şîrove û berhevokên qanûnên romayî, dêrî û feodal pêşkêş kiriye û çavkaniyek rêxistinkirî ya qanûnê ava kiriye ku ji aliyê neteweyên cûda ve dikare wekê çavkanî were bikar anîn. Francisco de Vitoria (1486–1546) ku bi tevgerê Spanyayê ya bi gelên xwemalî re eleqedar bûye, qanûna neteweyan wekê bingehek ji bo rûmet û mafên wan ên xwemalî bi kar aniye û guhertoyek destpêkê ya wekheviya serwerî di navbera gelan de diyar kiriye.[27] Ji ber xebata wî ya berfireh û bingehîn ên li ser mijarê, ew wekê damezrînerê hiqûqa navneteweyî ya nûjen hatiye binavkirin.[28] Francisco Suárez (1548–1617) ya ji Dibistana Salamancayê ku ji aliyê Vitoria ve hatiye damezrandin, tekez kiriye ku hiqûqa navneteweyî li ser bingeha hiqûqa xwezayî û hiqûqa erênî ya mirovî hatiye damezrandin.[29] Alberico Gentili (1552–1608) nêrînek laîk li ser qanûna navneteweyî girtiye û gelek pirtûk li ser mijarên di qanûna navneteweyî de nivîsandiye ku bi taybetî Qanûna Şer ku şîroveyên berfireh li ser qanûnên şer û peymanan rave kiriye.[30][31]

Hiqûqnasê holendî Hugo Grotius (1583–1645) bi berfirehî wekê bavê hiqûqa navneteweyî tê hesibandin[32] û yek ji zanyarên pêşîn e ku rêziknameyek navneteweyî ya ku ji "civakek dewletan" pêk tê, ne bi zorê an şer, lê bi qanûnên rastîn ku ji aliyê peymanên hevbeş û adetan ve tê rêvebirin, diyar kiriye.[33] Grotius qanûna navneteweyî sekularîze kiriye;[34] xebata wî ya sala 1625an, De Jure Belli ac Pacis, sîstemek ji prensîbên qanûna xwezayî daniye bêyî ku li adet an qanûnên herêmî binêrin, hemî neteweyan eleqedar dike.[32] Ew bûye îlhama her du dibistanên nû yên fikrî naturalîstan û pozîtîvîstan ku dibistanên fikrî yên hiqûqa navneteweyî bûn.[32] Di koma berê de hiqûqnasê almanî Samuel von Pufendorf (1632–1694) hebû ku serdestiya qanûna xwezayê li ser dewletan tekez dikir.[13] Xebata wî ya sala 1672an, Of the Law of Nature and Nations (Zanyariya Xwezayê û Neteweyan), li ser teoriyên Grotius berfireh kiriye û qanûna xwezayî bi aqil û cîhana sekuler ve girêdaye û îdia kiriye ku ew tenê kiryarên derveyî yên dewletan bi rêkûpêk dike.[13] Pufendorf li dijî wê ramana Hobbesê ya ku digot rewşa xwezayî rewşa şer û pevçûnê ye, derket û îdia kiriye ku rewşa xwezayî ya cîhanê di rastiyê de aştîxwaz e lê bêyî pabendbûna bi qanûna neteweyan qels û ne diyar e. Kirinên dewletekê ji berhevkirina kiryarên takekesan di nav wê dewletê de tiştek din nîne; ji ber vê yekê, divê dewlet qanûnek bingehîn a aqil bicîh bîne ku bingeha qanûna xwezayî ye.[35] Ew di nav zanyarên pêşîn de bû ku qanûna navneteweyî ji neteweyên xiristiyan ên ewropî wêdetir berfireh kiriye û wî xwestiye ku bikaranîn û naskirina qanûnê di nav hemî gelan de li ser bingeha mirovahiya hevpar, were bikar anîn.[35]

Berevajî vê nivîskarên pozîtîvîst ên wekê Richard Zouche (1590–1661) li Îngilîstanê û Cornelis van Bynkershoek (1673–1743) li Holendayê, diyar kirine ku divê qanûna navneteweyî ji pratîka rastîn a dewletan derkeve, ne ji çavkaniyên xiristiyan an yewnanî-romanî. Lêkolîna hiqûqa navneteweyî ji fikara xwe ya bingehîn a li ser hiqûqa şer dûr ketiye û ber bi warên wekî hiqûqa deryayê û peymanên bazirganî ve çûye.[36] Dibistana fikrî ya pozîtîvîst populertir bûye ji ber ku ew nerînên pejirandî yên serweriya dewletê nîşan dida û bi nêzîkatiya empîrîst a felsefeyê re lihevhatî bû ku wê demê li Ewropayê pejirandin bi dest xistibû.[32]

Damezrandina pergala Westfalyayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşketinên sedsala 17an bi encamdana Peymana Westfalyayê di sala 1648an de gihîştin sertarê ku di hiqûqa navneteweyî de wekî bûyera bingehîn tê hesibandin.[37] Her çiqas dîroknasan vê vegotinê red kiribin jî, hatiye diyar kirin ku serweriya Westfalyayê ya ku ji vê encamê derketiye holê, rêziknameya hiqûqî ya navneteweyî ya heyî ya ku bi dewletên netewe yên serbixwe ve hatiye karakterîze kirin, ava kiriye ku xwedî serweriyeke wekhev in bêyî ku mezinahî û hêza wan li ber çavan were girtin ku bi giranî bi destwerdana ne di karûbarên navxweyî yên dewletên serwer de tê destnîşankirin.[38] Fikra neteweperweriyê têgeh û avakirina dewletên neteweyî zêdetir xurt kiriye.[38] Hêmanên dibistanên xwezayvan û pozîtîvîst hatin sentezkirin, bi taybetî ji aliyê fîlozofê alman Christian Wolff (1679–1754) û hiqûqnasê swîsreyî Emer de Vattel (1714–1767) ve ku her duyan jî li rêbazek rêya navendî digeriyan.[37][36] Her çiqas têgeha mafên xwezayî di siyaseta navneteweyî de bi bandor maye, nemaze bi rêya şoreşên komarparêz ên Dewletên Yekbûyî û Fransayê, di sedsala 18an de kevneşopiya pozîtîvîst pejirandineke berfirehtir bi dest xistiye.

Heta nîvê sedsala 19an têkiliyên di navbera dewletan de bi piranî bi peymanan dihatin destnîşankirin, lihevkirinên di navbera dewletan de ku bi awayekî diyarkirî tevbigerin ku ji xeynî bi zorê nayên bicîhanîn û ji xeynî mijarên şeref û dilsoziyê ku li derveyê peymanan dimaniya, dihate lihev kirin. Yek ji amûrên pêşîn ên qanûna pevçûnên çekdarî ya nûjen Qanûna Lieber a sala 1863an bû ku di dema Şerê Navxweyî yê Amerîkayê de rêvebirina şer birêve dibir û bi kodkirina qaîde û bendên şer ên ku ji aliyê neteweyên li çaraliyê cîhanê ve têne şopandin tê zanîn ku di nav de Keyaniya Yekbûyî, Prusya, Serbistan û Arjantîn hebûn.[39] Di salên piştre de, gelek peyman û dezgehên din hatin afirandin ku tevgera dewletan li hember hev bi rêkûpêk bikin ku di nav wan de Dadgeha Daîmî ya Hakemtiyê ya 1899an û Peymanên Laheyê û Cenevreyê, ku ya yekem car di sala 1864an de hatiyr pejirandin.[40][34]

Bûyerên sedsalên 20 û 21an

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di sala 1979an de Dadwerên Dadgeha Navneteweyî ya Dadê.

Berfirehbûna kolonyalîzma ku ji aliyê hêzên ewropî ve ku di dawiya sedsala 19an de gihîştiye asta herî bilind û bandora kolonyalîzmê piştî rijandina xwîna bêhempa ya Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kiriye ku bû sedema avakirina rêxistinên navneteweyî. Mafê dagirkirinê bi gelemperî berî Şerê Cîhanê yê Duyem wekê hiqûqa navneteweyî dihate nas kirin.[41] Yekîtiya neteweyan ji bo parastina aştî û ewlehiyê hatiye damezrandin.[40] Hiqûqa navneteweyî dest pê kir ku têgehên wekê hilbijartina qedera xwe û mafên mirovan, digire nav xwe.[42] Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1945an de ji bo ku li cihê Yekîtiye neteweyan (NY) were damezrandin, bi armanca parastina ewlehiya kolektîv hatiye damezrandin.[43] Sîstemeke dadwerî ya navneteweyî ya bihêztir li pey vê yekê hatiye ku ji aliyê saziyên wekî Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê (ICJ) û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye piştgirîkirin.[44] Komîsyona Hiqûqa Navneteweyî (ILC) di sala 1947an de ji bo pêşxistin û kodkirina hiqûqa navneteweyî hatiye damezrandin.[43]

Di navbera salên 1940 û 1970an de hilweşîna bloka Sovyetê û kolonîzekirina li seranserê cîhanê bûye sedema avakirina bi dehan dewletên nû yên serbixwe.[45] Gava ku ev koloniyên berê dibin dewlet, dewletên wan, nerînên ewropî yên li ser hiqûqa navneteweyî pejirandine.[46] Gelek sazî, ji Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Banka Navneteweyî ya ji bo Nûavakirin û Geşepêdanê (Banka Cîhanê) bigire heya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji ber ku dewletan ji bo sûdwergirtina ji hevkariya navneteweyî li ser serweriyê tawîz dan, pêşxistina nêzîkatiyek piralî bidest xistin.[46] Ji salên 1980an vir ve, li ser diyardeya globalîzasyonê û parastina mafên mirovan di asta gerdûnî de, nemaze dema ku kêmnetewe an civakên xwemalî tê de beşdar dibin, baldariyek zêde heye, ji ber ku fikar hene ku globalîzasyon dibe ku newekheviyê di pergala hiqûqî ya navneteweyî de zêde bike.[44]

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Henderson, Conway W. (2010). Understanding international law. Chichester, West Sussex, U.K. ; Malden, MA: Wiley-Blackwell. ISBN 978-1-4051-9764-9.
  2. ^ a b Erakat, Noura (2019). Justice for some: law and the question of Palestine. Stanford (Calif.): Stanford University Press. ISBN 978-0-8047-9825-9.
  3. ^ Bentham, Jeremy (1 kanûna paşîn 1789). An Introduction to the Principles of Morals and Legislation. Oxford University Press.
  4. ^ Crawford, James (9 kanûna paşîn 2014). Brownlie, Sir Ian (1932–2010), jurist. Oxford Dictionary of National Biography. Oxford University Press.
  5. ^ "Corrections". Physics Bulletin. 35 (10): 408–408. 1984. doi:10.1088/0031-9112/35/10/006. ISSN 0031-9112.
  6. ^ Anderson, Janis (1996). Papermaking. Elsevier. rr. 161–196. ISBN 978-0-8155-1408-4.
  7. ^ Onuma, Yasuaki (2000). "[No title found]". Journal of the History of International Law. 2 (1): 1–66. doi:10.1023/A:1010045223652.
  8. ^ a b Stevenson, John R. (1952). "The Relationship of Private International Law to Public International Law". Columbia Law Review. 52 (5): 561–588. doi:10.2307/1118800. ISSN 0010-1958.
  9. ^ Cotterrell, Roger (2012). "What Is Transnational Law?". Law & Social Inquiry (bi îngilîzî). 37 (2): 500–524. doi:10.1111/j.1747-4469.2012.01306.x. ISSN 0897-6546.
  10. ^ Head, John W. (1994). "Supranational Law - How the Move Toward Multilateral Solutions Is Changing the Character of "International" Law". handle (bi îngilîziya amerîkî).
  11. ^ a b Degan, V. D. (1997). Sources of International Law. Developments in International Law. Leiden Boston: Brill | Nijhoff. ISBN 978-90-411-0421-2.
  12. ^ Baderman, David J. (2006). International law in antiquity. Cambridge studies in international and comparative law (Çapa 1st paperback vers). Cambridge: Cambridge Univ. Press. ISBN 978-0-521-79197-7.
  13. ^ a b c Nussbaum, Arthur (1954). A concise history of the law of nations. Internet Archive. New York, Macmillan.
  14. ^ Bederman, David J. (2001). "Journal of the History of International Law". Journal of the History of International Law. 3 (1): 18–37. doi:10.1023/a:1011430218593. ISSN 1388-199X.
  15. ^ Sterk, M.J.; Nussbaum, R.H.; Wapstra, A.H. (1954). "The decay of 15Ti and the nuclear levels in 51V". Physica. 21 (1–5): 441–445. doi:10.1016/s0031-8914(54)92322-8. ISSN 0031-8914.
  16. ^ a b c d Nussbaum, I.R. (1954). "DAMAGES AND REFUSAL OF TREATMENT". The Lancet. 264 (6827): 41. doi:10.1016/s0140-6736(54)90033-1. ISSN 0140-6736.
  17. ^ Bederman, David J. (5 adar 2001). International Law in Antiquity. Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-79197-7.
  18. ^ Neff Newitt, Valerie (5 çiriya pêşîn 2022). "Exploring New Platforms to Fight Small Cell Lung Cancer". Oncology Times. 44 (19): 17–18. doi:10.1097/01.cot.0000891820.76605.35. ISSN 0276-2234.
  19. ^ a b Brosch, Werner (2000). Halbwertszeit. Vienna: Springer Vienna. rr. 268–269. ISBN 978-3-211-99130-5.
  20. ^ Haladyna, Jessica; Yamauchi, Taylor; Neff, Tobias; Bernt, Kathrin M (6 kanûna pêşîn 2014). "MDR1 Mediated Drug Resistance to a Histone Methyltansferase Inhibitor (KMT)". Blood. 124 (21): 3622–3622. doi:10.1182/blood.v124.21.3622.3622. ISSN 0006-4971.
  21. ^ Alexander, C. H. (1952). "International Law in India". International and Comparative Law Quarterly. 1 (3): 289–300. doi:10.1093/iclqaj/1.pt3.289. ISSN 0020-5893.
  22. ^ Dalaly, Dawood G.; Patel, Rohit Pravin (2016). Noninvasive Cardiac Monitoring: The Edwards Vigileo System. New York, NY: Springer New York. rr. 35–38. ISBN 978-1-4939-2506-3.
  23. ^ Pan-Montojo, Juan; Pedersen, Frederik; Europäische Kommission, edîtor (2007). Communities in European history: representation, jurisdictions, conflicts. Creating links and innovative overviews for a New History Research Agenda for the citizens of a growing Europe Thematic work group 1, States, legislation, institutions. Pisa: Ed. PLUS-Pisa University Press. ISBN 978-88-8492-462-9.
  24. ^ Chapman, Sydney (1954). "Tides in the Atmosphere". Scientific American. 190 (5): 36–39. doi:10.1038/scientificamerican0554-36. ISSN 0036-8733.
  25. ^ Sorabji, Richard; Rodin, David (10 îlon 2020). The Ethics of War. Routledge. ISBN 978-1-315-23988-0.
  26. ^ H. Kröll — Designagöes portuguesas para ,embriaguez'. De Gruyter. 31 kanûna pêşîn 1956. rr. 360–361.
  27. ^ Von Glahn, Gerhard (1992). Law among nations: an introduction to public international law (Çapa 6). New York : Toronto: Macmillan Pub. Co. ; Maxwell Macmillan Canada. ISBN 978-0-02-423175-8.
  28. ^ Scott, James Brown (2000). The Spanish origin of international law: Francisco De Vitoria and his law of nations (Çapa Reprint of the ed. Oxford, Clarendon Press, 1934). Union, NJ: Law Book Exchange. ISBN 978-1-58477-110-4.
  29. ^ W., Head, John (1994). "Supranational Law - How the Move Toward Multilateral Solutions Is Changing the Character of "International" Law". W., Head, John (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 8 tîrmeh 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2025.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  30. ^ Nussbaum, Allen (15 nîsan 1954). "Electrical Properties of Pure Tellurium and Tellurium-Selenium Alloys". Physical Review. 94 (2): 337–342. doi:10.1103/physrev.94.337. ISSN 0031-899X.
  31. ^ Hahn, Hans (1954). "Geometry and Intuition". Scientific American. 190 (4): 84–91. doi:10.1038/scientificamerican0454-84. ISSN 0036-8733.
  32. ^ a b c d W., Head, John (1994). "Supranational Law - How the Move Toward Multilateral Solutions Is Changing the Character of "International" Law". kuscholarworks (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 8 tîrmeh 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2025.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  33. ^ "JEIH Journal of European Integration History". JEIH Journal of European Integration History (bi almanî). 27 (27). 3 kanûna paşîn 2022. doi:10.5771/0947-9511-2021-2. ISSN 0947-9511.
  34. ^ a b Orakhelashvili, Alexander, edîtor (2022). Research handbook on the theory and history of international law. Research handbooks in international law. Cheltenham Northampton: Edward Elgar Publishing. ISBN 978-1-78811-671-8.
  35. ^ a b "doria.fi" (PDF).
  36. ^ a b "archive.org".
  37. ^ a b Orakhelashvili, Alexander, edîtor (2020). Research handbook on the theory and history of international law. Research handbooks in international law. Cheltenham, UK ; Northampton, MA, USA: Edward Elgar Publishing. ISBN 978-1-78811-670-1.
  38. ^ a b Osiander, Andreas (2001). "Sovereignty, International Relations, and the Westphalian Myth". International Organization (bi îngilîzî). 55 (2): 251–287. doi:10.1162/00208180151140577. ISSN 1531-5088.
  39. ^ Solis, Gary D. (2017). The law of armed conflict: international humanitarian law in war (Çapa Second edition, reprinted). New York, NY: Cambridge University Press. ISBN 978-1-107-13560-4.
  40. ^ a b Nortedge, F. S. (1989). The League of Nations: its life and times 1920-1946. Leicester: Leicester Univ. Pr. ISBN 978-0-7185-1316-0.
  41. ^ Korman, Sharon (14 hezîran 2001). "The Right of Conquest". The Right of Conquest. doi:10.1093/oso/9780198280071.001.0001.
  42. ^ "elgaronline.com". www.elgaronline.com. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2025.
  43. ^ a b "elgaronline.com/". www.elgaronline.com. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2025.
  44. ^ a b Evans, Malcolm D., edîtor (2014). International law. Oxford, United Kingdom: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-965467-3.
  45. ^ Orakhelashvili, Alexander; Edward Elgar Publishing, edîtor (2011). Research handbook on the theory and history of international law. Research handbooks in international law series. Cheltenham, UK Northampton, MA, USA: Edward Elgar Publishing. ISBN 978-0-85793-308-9.
  46. ^ a b W., Head, John (1994). "Supranational Law - How the Move Toward Multilateral Solutions Is Changing the Character of "International" Law". kuscholarworks (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 8 tîrmeh 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2025.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)