Hiqûqa tendirustiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hiqûqa tendirustiyê, temamê qaîdeyên hiqûqî diyar dike ku di sektora tendirustiyê de pêşkêşkerên xizmetên tendirustiyê û wergirên xizmetan riayet bikin.

Hiqûqa tenduristiyê li ser mijarên hiqûqî yên pirsgirêkên di navbera pêşkêşkerên xizmetên tendirustiyê de, rêzikname û rênimayên pêşkêşkerên xizmetên tendirustiyê, pirsgirêkên hiqûqî yên di derbarê têkiliyên di navbera pêşkêşker û wergirên xizmetan de, û mijarên hiqûqî yên derbarê radestkirina xizmetên tendirustiyê, xizmetên çavdêriyê disekine.