Horst Ludwig Störmer
Profesor |
---|
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe |
Fizîknas, mamosteyê zanîngehê |
Karder | |
Qada xebatê | |
Endamê | |
Xelat |
Horst Ludwig Störmer (jdb. 6ê nîsana 1949an li Frankfurt am Main) fizîknasekî Alman e. Sala 1998î bi tevî Robert B. Laughlin û Daniel C. Tsui, Xelata Nobelê ya Fizîkê wergirtiye.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî di sala 1967î li Goethe-Gymnasium a Neu-Isenburg, dest bi perwerdeya fizîkê li zanîngeha Wolfgang Goethe-Universität Frankfurt dike.
Sala 1974î dîploma xwe werdigire û dest bi perwerdeya bilind dike. Li laboratûarên Bell li New Jersey lêkolînan dike. Li wir ji sala 1978 heya 1983 gerînendetiya beşa fizîka giştî ya elektrîkî û taybetiyên optîkî dike. Sala 1992î li wir dibe dîrektorê lêgerînên fizîkî. Zewiciye.
Xebat û girîngî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li ser du-dîmeniya elektrongazan xebat kiriye. Bi tevî Daniel Chee Tsui li ser fizîka elektronkrîstalan lêkolîn kiriye û bal kişandiye ser qûantên herikbar.
Xelat û paye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1983 Xelata-Otto-Klung
- 1984 Buckley Award, Civaka fizîkhezên Amerîkayî
- 1998 Benjamin-Franklin-Medaille
- 1998 Xelata Nobel a fizîkê
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |