Bell Labs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qerargeha Lucent li Murray Hill, New Jersey (DYA)
Transîstor di 1947an de li Bell Labs hate vedîtin

Bell Labs (di paşerojê de wekî Bell Labs û AT&T Bell Laboratories û Bell Telefon Laboratories dahate navkirin) saziya lêkolîn û pêşkeftinê ya Telefon û Telgraf ya Amerîkî (AT&T) bû. Naha ew saziya lêkolîn û pêşkeftinê ya Alcatel-Lucent e. Navendên wê li Murray Hill, Nû Jersey, DYA ne.

Di demên xwe yên herî serfiraz de, Bell Laboratories yekem sazî ya pêşvexistina teknolojiyan bû. Di warê stêrnasî, radyo, transîstor, lazer, teoriya agahiyê, pergala xebitandina UNIX, û zimanê bernamekirina C da gelek xebat hatin kirin.

Heft xebatên ku di taqîgehên Bell de hatine bidest xistin xelata Nobel wergirtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]