Hugo Boss

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Logoya Hugo Bossê

Hugo Boss AG fîrmayeke navdar a alman e ku pirranî bi hilberîna cilûbergan tê naskirin. Navenda wê li bajarê Metzingen a federedewleta Baden-Württembergê ye. Boss an Hugo Boss herwiha markayeke navdar a modayê ye. Birêveberê giştî yê vê komê Claus-Dietrich Lahrs e.

Navê xwe ji damezîrenêrê xwe Hugo Ferdinand Boss digire. Di destpêka salên 2000'î de li 110 welatan şaxên wê hebûn û li 6.100 firoşgehan berhemên vê fîrmayê dihatin firotin. 330 navendên belavkirina cilûbergên Hugo Bossê hebûn. Ji sala 2008'î ve xwe daye veberhênana aksesuarên têlefonên gerok jî.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji aliyê Hugo Ferdinand Boss ve sala 1924'î li Metzingenê li wekî dikaneke firotina cilûbergan tê damezrandin. Sala 1931'î wêr diçe (îflas). Hugo Boss dibe endamê partiya Nazîyan, bo SA, SS, Ciwanên Hitler, NSKK û rêxistinên din ên Naziyan unîformayan didirû.

Di salên dawî yên şerê cîhanê yê II de, dîl û girtiyan bi darê zorê dide xebitandin. Bi mirina damezîrenêrê xwe ve (1948), fîrma bi gelek markayên navdar re dikeve têkilî û hevkariyan.

Ji parfûmerî, aksesûaran têlefonan heya modaya zarokan di gelek waran de kar dike.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]