Nazî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Nazî an jî nazîsm peyveke kolanî ya bo alîgir û birêveberên Adolf Hitler û sosyalîstên neteweperest (bi almanî: Nationalsozialist) tê bikaranîn. Peyv ji kurtkirina peyva almanî Nationalsozialismus tê. Herwekî neonazî (anku, "tezenazî", "nûnazî") jî tê wateya nasyonalsosyalîstên nû. Îdeologiya nasyonalsosyalîzmê di Şerê Dinyayê yê Duwem de bo sedemê mirina nêzîki 50 milyon mirovî û têk çû. Nazî, di deme şerê cihanê yê duyem de li Almanya hatina ser desthilatdariyê. Avakerê bîrdoziya Naziyan Adolf Hîtler, bi aslê xwe yekî ku Awûstaryalî bû. pênaberekî ku li Almanya bû. Piştre li wir xwe avêta nava Siyesetê û pêde çû. Hîtler, li Almanya, hemû nirxên miorvatî bikarhanîn bi wan bilind bû û hat û bû desthilatdar. Pêşî di partiya Almna ya ku weke partiyeka karkeran bû "Partiya karkar û sosyalismê ya Netewî" ku bi almanî navê wê "Nationalsozialistische Deutsche Arbeiterpartei, (kinasî; NSDAP)" Li ser wê wê re bilind bû û hat ser desthilatdariyê.

Nazîsm û bîrdoziya wê[biguherîne]

Nazîsm, bîrdoziya wê, li ser asasê netewperestiya hişk ava ya. Di temenê wê de, weke li ser temenê "tûxmekÎ" ava ya. Tuxm û cûrahiyên din herê nakê. Ew mirovê ku ji wê tuxmî bê, xwe li ser tûxmê din re dibîne. Ya ku herî zêde di temenê vê de ku bi bandûra jî, bûna desthilatî ya. Desthilatî û tûxmîtî, bi hev re, di temenê bîrdoziyekê de bi hev re hatina hunandin û tûxmê desthilatdar weke tûxmê herî bilind ku li ser hemû tûxmên din re hatiya dîtin a. Hîtler, vê bîrdoziya netewperestî û faşîştî di pirtûka xwe ya ku navê wê "Cenge min" de têne ser ziman. Hîtler, ol jî, bikarhanî. Sedemeke wê ya herî mazin ku wê bi milyonan Cîhû qatilkirin ew bû. Di sembola xwe de Xaç bikar hanî. Xaç, sembola Xirîstaniyê jî ya. Di baweriya xwe de, Hitler, wilo ola xirîstiyatê, weke temenê bijart.

Netewperestî xala herî giring ya li pêş bû ku Hîtler li ser bîrdoziya nazîsmê û faşîzmê afirand û hanî ser ziman. Li Almanya, "tenê, neteweke alman", wî xwest ku hebe û li ser awropa ra bi desthilatdar bê. Ku leşkerekî kevn bû Hîtler, di sale 1921´ê de keta "partiya alman ya Karkeran de û piştre navê wê weke "Partiya Alman ya Karker û Sosyalst guharand. Di politikayên xwe de pirr zêde netewperest û di politkayên aboriyê de jî, Dewletîtiya almanî derxista li pêş. Hemû tişt, kira ya dewletê. Piştî ku bû andam û serekê partiyê, piştre xwe di nav bi rêxistin kir û tabûra xwe ya pêşî ya ku bi navê "tabûra bahoz(Sturmabteilung)" tê zanîn û navê wê yê kin jî "SA ya, bi rêxistin kir. Hitler, ji bo ku pêşî li eyelete Bovyara bibe desthilatdar bidest bixwe, derbeya braxane karkir bike. Lê li wir bi ser neket û hat girtin û piştre ket hepsê de û 5 salan di hapsê de ma, Di wê demê de, wê pirtûka xwe ya bi navê "Cenge min" nivîsand.

Her çend ku tê gotin ku ew bi dijmatiya cîhûtiyê jî bû, lê divê ku mirov bibêje ku wî xwest ku hemû komên din ên li Almanya ji nava almanan paqij bike, Pêşî, herkesekê li Almanya bike alman. Rewşenbîr û hemû kesên ne alman, hatina girtin. Mirovên weke Albert Ainstein ku wê piştre weke fizîkvanên mazin weke yên xwediyê teoriya "rolatîvê" derkevina pêş ku bi aslê xwe Cîhû bûn, bazdana Emarîka. Yên ku nekarîn bazdin jî, hatina girtin û şandina wargehên esîran.

Taybetmendiya Naziyan[biguherîne]

Teybermendiya Naziyan ya pêşî ew bû ku pirr netewperest bin. Li ser netewperestiya almanî re hemû kirinên xwe kirin. Piştre li ser wê re, pirr giringî dane Propaganda û informasyonê. Bi vê yekê, wezereta porpaganda ava kirin. Hemû gotin û fikrên ku li dijî wan dihatina ser ziman, rastî hêrîşa wan hatin. Hitler, piştre bi Îtalya û Îspanya ku di wê demê de li van welatên ewropî ji desthilatdar bûn, Misolonî û franko re têkili û levkirinên xwe kirin. Li welatên din jî, temenê neteperestiyê hat avêtin. Ji bo ku wê neteperetiyê bigihênina hevdû jî, gotin ku "em hemû tûxmê arî na". Bi wê yekê re, hemû kirina yek û netewperestiya ewropî temenê wê bi propaganda avêtin û pêşxistin. Piştre naziyan, Cûhî û çîngene û komonîst û hwd, dane berxwe û çûna bi ser wan de.

Şerê cihanê yê duyemin[biguherîne]

Şerê cihanê yê duyemin di 1' ëlunë de bi hêrîşkirina artişa naziyan li Polonya re dest pê kir. Piştre, ewropa hemû ket navê de. Rêveberiyên weke yên Firansa û hwd, li ber Naziyan li ber xwe nadan û teslim bûn. Lê li hemû welatên ku ewropî ên ku nazî ketinê de li wan welatan, komên sosyalist û komonist, xwe bi rêxistin kirin û bi tarzê şerê Gerilla bi naziyan re ketina şer de. Li gelemperiya Ewropa, piştgiriyeka mazin ji komên netewperest ku cih bi cih têkiliya wan bi istihbaratên welatan re jî hebûn, ji naziyan re bû. Mînaq, weke ku Li Emerîka bû, 'Ku Klux Klan´, li ingilistanê ´Skinhead´ û hwd hebûn. Ew di nava naziyan de cih girtin.

"Neo-nazî" û an jê naziyên nû[biguherîne]

Ku em îro jî li cihanê binerin, em bibînin ku hê bi tememê bandora Naziyan û netewperestiya wan ne buhurtiya. di bin navê "netewperestiyan" û an jî "partiyên netewperest" de, hê li welatên cihanê hebûna xwe didomênin. di bin navê fikir û bîrdoziyna nû de, xwe dijîn. Lê weke ku li Awûsturalya bû, "partiya Haider" û hwd, bi awayekî vekirî, piştgiriya xwe bi naziyan re tênina ser ziman. Weke xaleka din jî, ku mirov bahse wê bike, dijmatî û dijîtiya pêneber û xalkên din li ewropa, aliyekî wê têgihiştina Naziyan jî, radixe berçav. Çend, navê Hitler û nazîzmê hatibê qadaxa kirin jî, di roja me de hê nîqaş li ser wê têne kirin û dowam kirin.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)