Humlegården

Humlegården
Parka bajarî û bexçeyê inglîzî yê gul û daran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Humlegården li ser nexşeyê
Map
Humlegården li ser nexşeya Swêd nîşan dide
Humlegården
Humlegården
Koordînat: 59°20′22″Bk 18°4′22″Rh / 59.33944°Bk 18.07278°Rh / 59.33944; 18.07278
DewletSwêd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • şaredariya Stokholmê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DamezrînerJohan III Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Kitêbxaneya Neteweyî ya Swêdê
Şanoya Humlegårdsteatern di sala 1877an de, salek beriya girtina wê

Humlegården ("Bexçeya leblebûyê", "Leblebûstan") park û seyrangeheke mezin a taxa Östermalmê ye li Stokholm, Swêdê. Li parkê Kitêbxaneya Neteweyî ya Swêdê (bi swêdî: Kungliga biblioteket, "Kitêbxaneya Qiralî") ye[1].

Dîroka Humlegårdenê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parka qiralî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Humlegården di destpêkê de Bexçeyê fêkiyan ê malbata qiral bû, ku di sedsala 17an de ji aliyê keyê swêdî Johan III ve hate çêkirin. Bi swêdî humle tê wateya leblebû, ya ku yek ji nebatên ku li baxçeyê hêşîn dibûn. Di 1686-87an de, keybanûya swêdî Ulrika Eleonora ya Danîmarkayê li wir ji xwe û zarokên xwe re pavyoneke bi navê Rotundan ava kir.

Seyrangeha rekreasyon û dema vala[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jixwe di sedsala 17an de, beşên parkê ji gel re hatin vekirin. Di 1764an de, park ji bo şahiya gelemperî hate vekirin. Ji 1773 ta 1780î, li Rotundan, di pavyona berê ya şahbanûyê de, şanoyeke bi navê Humlegårdsteatern (Şanoya Humlegårdenê) hate çêkirin. Ji 1853 ta 1877an jî, şanoya Humlegårdsteatern dîsa hat bikaranîn.

Parkeke giştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Park ji sala 1869an ve bi tevahî ji gel re hate vekirin. Îro park ji bo niştecîhan cihekî rekreasyonê yê populer e. Li parkê, ji xeynî çîmenên berfireh, qadeke futbolê, rampayeke skateboardan û cihên lîstikê ji bo zarokan hene[2].

Bîrdar û peykerên parkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Humlegården warê çend peykeran e. Di navenda parkê de Linnémonumentet heye, bîrdara mezin a botanîst û zoologîstê swêdî Carl von Linné (1707-1778) e. Bîrdar ji aliyê Johannes Frithiof Kjellberg (1836-1885) ve hat dîzaynkirin û di sala 1885an de hat pêşkêşkirin.

Peykerên din ên Humlegårdenê ew in: yên dîroknas Anders Fryxell (1795–1881), kîmyanas Carl Wilhelm Scheele (1742–1786), nivîskara swêdî Fredrika Bremer (1801–1865) û keşeyê lûterî Peter Wieselgren(1800-1877).

Çend peykerên din jî hene: Farfadern yê peykerçêker Per Hasselberg (1896), TuffsenEgon Möller Nielsen (1949), IsobartemaMartin Holmgren (1970), Cordillera de Los AndesFrancisco Gazitúa (2000) û peykarê nivîskarê swêdî Hjalmar Söderberg (1869–1941) bi destê peykersazê Peter Linde.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://web.archive.org/web/20041112170851/http://www.stockholm.se/files/76000-76099/file_76073.pdf
  2. ^ "Humlegården, parklek". Stockholms stads. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.