Humza Yousaf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Humza Yousaf
Image dans Infobox.
Humza Yousaf (2023)
First Minister of Scotland (en)
dp.
Nicola Sturgeon (en)
Cabinet Secretary for Health and Social Care (d)
-
Member of the 6th Scottish Parliament (d)
Glasgow Pollok (en)
dp.
Cabinet Secretary for Justice (en)
-
Michael Matheson (en)
Keith Brown (en)
Minister for Transport and the Islands (d)
-
Derek Mackay (en)
Paul Wheelhouse (en)
Member of the 5th Scottish Parliament (d)
Glasgow Pollok (en)
-
Minister for Europe and International Development (en)
-
Alasdair Allan (en)
Member of the 4th Scottish Parliament (d)
Glasgow (en)
-
Jidayikbûn
Navê jidayikbûnê
Humza Haroon YousafLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Glasgowê (en)
Hutchesons' Grammar School (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Hevjîn
Nadia El-Nakla (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî
Scottish National Party (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper

Humza Haroon Yousaf (jdb. 7ê nîsana 1985an li Glasgow, Skotlenda), siyasetmedarekî skotlendî ye ku ji adara sala 2023an vir ve serokatiya Partiya Neteweyî ya Skotlendayê (SNP) dike. Yousaf di bin rêveberiya Nicola Sturgeon de wekî sekreterê dadê ji sala 2018an heta 2021an û piştre jî wekî sekreterê tenduristiyê ji 2021an vir ve di rêveberiya Skotlendê de xebitî. Humza Yousaf wekî parlamenterê herêma Glasgow Pollok ji sala 2016an vir ve endamê Parlamena Skotlendayê (MSP) bû ku di beriya parlamenteriyê de ji sala 2011an heya sala 2016an nûnertiya herêma Glasgow kiriye.

Humza Yousaf wekî endamê malbateke koçberên pakistaniyên li Glasgowê ji dayik bû û li Zanîngeha Glasgowê beşa siyasetê xwendiye. Berî ku wekî alîkarê parlamenê ji Beşîr Ehmed re bixebite, yekem misilman e ku di sala 2007an de wekî parlamenterê Parlamena Skotlendayê hate hilbijartin. Piştî ku Beşîr Ehmed du sal şûnda jiyana xwe jidest dide, Yousaf wekî alîkarên parlamenê bi Alex Salmond û Nicola Sturgeon re xebitî.

Beriya ku di sala 2011an de ji bo parlamenê bê hilbijartin, di Navenda Giştî ya SNPê de weke karmendê ragihandinê xebitî. Yousaf ku di sala 2012an de wekî wezîrek alîkar di bin rêveberiya Salmond de hate destnîşan kirin, heya 2014an wekî wezîrê karûbarên derve û pêşkeftina navneteweyî kar kiriye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Humza Haroon Yousaf di 7ê nîsana sala 1985an de li bajarê Glasgow ji dayik bûye.[1] Humza Yousaf kurê koçberên nifşê yekemê Skotlendayê ye ku bavê wî Muzaffar Yousaf li Mian Channu, Punjab a Pakistanê ji dayik bibû û di salên 1960an de bi malbata xwe re ji Pakîstanê koçê Skotlendê dibe û li Skotlendayê wekî mihasebe dixebite.[2]

Bapîrê wî di sala 1960an de li kargeha amûra dirûtinê ya Singerê li Clydebankê de xebitiye.[3] Dayika Yousaf, Shaaista Bhutta keçeke ji Nairobi, Kenyayê ye ku malbata wê bi eslê xwe ji Asyaya Başûr in.[4] Malbata dayika wî ji ber ku ew wekî karkerên şûna afrîkî dihatin dîtin çend caran rastî êrîşên tundûtûjî yên nijadperestî hatine û paşê ew koçberî Skotlendayê bûne.[5]

Perwerde[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Humza Yousaf xwendina xwe yê dibistana seretayî li Dibistana Seretayî ya Mearns li Rojhilatê Renfrewshire xwendiye.

Yousaf yek ji wan du şagirtên kêmneteweyî bû ku diçû dibistana xwe ya seretayî.[6] Bi taybetî li Hutchesons' Grammar Schoolê ku dibistanek serbixweyê li Glasgowê ye ku li wir wî di perwerdeya lêkolînên nûjen de îlham digire ku ew beşdarî siyasetê bibe.[7][8]

Dêûbavên Yousaf ji bo wî kariyerên wekî nojdarê diranan, dermansaz, muhasebe û parêzer hez kirin, lê wî tercîh kir ku li Zanîngeha Glasgowê beşa siyasetê bixwîne.[9] Di dema xwendina xwe yê li zanîngehê, serokê Komeleya Xwendekarên Misilman ên Zanîngeha Glasgow bû û kesayetek naskirî bû ku di nav Encûmena Nûnerên Xwendekaran de beşdarî siyaseta xwendekaran dibû. Yousaf di sala 2007an de bi Master of Artsê (MA) xwendina xwe yê zaningehê qedand.[10]

Xebatên siyasî ya destpêkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yousaf ji rêxistinên ciwanan heta rêxistinên komkirina alîkariyên xêrxwaziyê ji temenek biçûk ve tevlî xebatên civakî dibe. Ew berdevkê medyaya dilxwaz ji bo xêrxwaziya Islam Relief bû ku diwanzdeh salan de ji bo radyoya civatê xebitî û li ser projeyek ku pakêtên xwarinê ji kesên bêmal û penaxwazên li Glasgowê re peyda dikir.[11]

Di sala 2005an de dema ku li Zanîngeha Glasgowê dixwend, tevlî Partiya Neteweyî ya Skotlendayê (SNP) dibe. Axaftinên serokê wê demê ya partiya Alex Salmond û çalakvana dijî şer Rose Gentle ku li dijî Şerê Iraqê axivîbûn wî qanih kir ku bêalî bûn ji bo Skotlendayê rêya yekane be ku xwe ji şer dûr bixe.[12] Wî dest bi kampanyayek berfireh ji bo partiya SNPê kir ku di nav de ji bo hilbijartinên parlamena Skotlendayê ya sala 2007an a ku di encamê de yekem hikûmeta SNPê li Skotlendayê dibe hikûmet û bi vê re yekemcar Yousaf di parlamena Skotlendayê de wekê parlamenter cih digire.[13]

Kariyera polîtîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartina Holyrood[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di gulana sala 2011an de, Yousaf ji bo Parlamena Skotlendayê wekî endamek ji bo herêma Glasgow hate hilbijartin. Di temenê 26 saliya xwe de dibe parlamenterê herî ciwanê partiya MSPê û parlamenterê herî ciwanê ku heta wî rojê ji bo Parlamena Skotlendayê tê hilbijartin. Dema ku sond a xwe yê parlamenteriyê xwar, wî sonda xwe bi îngilîzî ya brîtanî û paşê bi urduyî xwar ku nasnameya wî ya brîtanî û pakistanî nîşan dide. Di dema sondxwarina xwe yê li Parlamena Skotlendayê cil û bergek şerwanî ya kevneşopî ya ku bi rengê tîmeke fitbolê ya Skotlendayê ye bi rengê Partick Thistle FC hatiye xemilandin li xwe kiribû û egalek li ser milê wî hatibû pêçan. Yusaf ji bo komîteyên Edalet û Kontrola Giştî ya Skotlendayê hate tayînkirin. Di 25ê gulana sala 2011an de ew wek Berpirsê Pêwendiyên Parlamenê li Ofîsa Wezîrê Yekem hat tayînkirin û heta 4ê îlona sala 2012ande di vê postê de ma.

Wezîrtiya ciwanan (2012–2018)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 5ê îlona sala 2012an de Alex Salmond Yousaf wek Wezîrê Karên Derve û Pêşkeftina Navdewletî, berpirsê karûbarên derve, pêşveçûna navneteweyî, tayîn kir. Ew yekem Asyayî û misilmanê skotlendî ye ku wek wezîr ji bo hikûmeta Skotlendayê re hatiye destnîşankirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Humza Yousaf MSP | PrideOfPakistan.com". https://www.prideofpakistan.com/. Roja gihiştinê 28 adar 2023. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  2. ^ "Humza Yousaf picked Scotland's next leader: Meet the Pakistani-origin politician making history". The Indian Express (bi îngilîzî). 23 sibat 2023. Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  3. ^ Daisley, Stephen (20 sibat 2023). "Humza Yousaf looks like Nicola Sturgeon 2.0". The Spectator (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  4. ^ "Who is Humza Yousaf? New SNP leader is announced". Yahoo News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  5. ^ "Interview: Humza Yousaf on tackling hate head-on". Holyrood Website (bi îngilîzî). 4 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  6. ^ "Interview: Humza Yousaf on tackling hate head-on". Holyrood Website (bi îngilîzî). 4 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  7. ^ "FPs Humza Yousaf and John Mason elected as MSPs | Hutchesons' Grammar School". web.archive.org. 25 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê di 25 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  8. ^ "Humza Yousaf MSP | NHS Scotland Events". nhsscotlandevents.com. Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  9. ^ "Humza Yousaf MSP | NHS Scotland Events". nhsscotlandevents.com. Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  10. ^ "University of Glasgow - Alumni - Our alumni - Life after Glasgow - Notable alumni". www.gla.ac.uk. Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  11. ^ "Humza Yousaf". Wikipedia (bi îngilîzî). 28 adar 2023.
  12. ^ Mallinder, Lorraine. "Who is Humza Yousaf, Scottish favourite to replace Sturgeon?". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  13. ^ "Interview: Humza Yousaf on tackling hate head-on". Holyrood Website (bi îngilîzî). 4 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 28 adar 2023.