Husên Arif

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Husên Arif (jdb. 1926 li Silêmaniyê) çîroknivîsekî kurd e.

Husên Arif di sala 1926an de li başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinyayê. Wî li Bexdayê hiqûq xwend û bû avûkat. Ew îro yek ji çîroknivîsên başûr yê bijarte tê hesêb. Digel nivîskariya xwe ew di kovar û rojnameyên bi navê Roşinbîrî nû, Nûserî kurd, Hawkarî û Karwan de jî xebitî ye. Husên Arif di sala 1957an de bi çîroka xwe »Çaya sêrîn« xelata kovara Safaq ya çîrokê wergirt. Heta niha bi çendan kitêbên Husên Arif yên kurteçîrokan û romanên wî hatine weşandin. Wekî din wî li ser prosaya kurdî xebateke girîng û bingehîn kiriye.

Husên Arifê ku kitêba Machiavelli »Mîr« jî wergerandiye kurdî, niha li başûrê Kurdistanê dijî.