ISO 639

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji ISO 639-2 hat beralîkirin)

ISO 639, sîstemeka koda navnetewîye ku ji aliyê ISO hatiye diyarkirin ji bona navê hemû zimanê dinyayê bi kurtenavên ji 2 an jî ji 3 tîpa pêk tê bê nîşandin.

Vê gavê ISO 639-1 û ISO 639-2 standardên fermîne û ji aliyê ISO bi avayeki fermî tên bikaranîn. ISO 639-3 jî tê amadekirin.

Koda ISO 639-1 ji 2 tîpa pêk tê. Koda ISO 639-2 ji 3 tîpa pêk tê.

wekok:

Ziman 639-1 639-2 639-3
Kurdî (Kurmancî) ku kur kur/kmr
Soranî ckb
Kurdiya başûrî sdh
Zazakî (zaravayê kurdî) zza
Dimilî (devoka zazakî) diq
Kirmanckî (devoka zazakî) kiu
Hewramî/Goranî hac
Lekî lki
Înglîzî en eng eng
Tirkî tr tur tur
Tamîlkî ta tam tam

Lîsta ISO 639-1 û ISO 639-2;

ISO 639-1[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tenê hinek ziman tê de hene. Êdî hew tê mezinkirin û kodên ku niha tê de hene wê heta heta wê ew bin.

ISO 639-2[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

ISO 639-2/B û ISO 639-2/T hene. Versiyona B hinek kodan li ser navên înglîzî çêdikê lê versiyona T hemû kodan li ser navê ziman yê di wî zimanî de çêdikê. Yanî ji ber ku navê almanî bi înglîzî German e û bi almanî Deutsch e, koda B "ger" e û koda T "deu" e.

Kodên B zêde nayên şuxilandin û ISO 639-3 bingeha kodên xwe ji 639-2/T tênê, ji ber vê çêtir e yek T bişuxilînê.

ISO 639-3[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kodên zimanan û zaravayan dihewînê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]