Li bajarê Prûsyaya rojhilat Königsbergê (Kaliningrad) ji dayik bû û heta dawiya jiyana xwe li vî bajarî ma. Xusla Te'mîd Immanuelî bi navê Emmanuelî hat kirin, lê wî, paştir dema zimanê îbrî hînbûye, navê xwe guhart û kir Immanuel. Ew zaroyî çarê ji neh zaroyên malabatê bû (pênc ji wan hêşta zaro mirin). Wî piranî ya jiyana xwe li bajêrê bûna xwe, ko li wî çaxî paytextê Prûsyayê bû, derbaz kir. Babê wî, Johann Georg Kant (1682-1746), sin'etkarekê (hostayekê) almanî yê xelkê Memelê (niha Klaipeda a Lîtwanyayê e) bû. Dayîka wî, Anna Regina Porter (1697-1737), keça kurtankerekî bû. Di zarotiya xwe da Immanuel xwîndinkarekê baş bû. Di malbateka luterî da mezin bû ko bawerî bi xwe terxankirina jibo dînî, xwe-şkandin û zahidiyê û vexwîndina peyvaneya Pirtûka pîroz hebû. Ji ber hindê, Immanuel bi awayekî rijd hat perwerdekirin-xwedî tertîb, hişik- ko li zimanê latînî û rênumayiyên dînî pirtir ji riyaziyat û zanistî rêz digirt. Paştir, Immanurl behsa wê heyamê bi heyameka nexweş dikit.
Gava li zanîngehê xwendekar bû çend salan ders da xwendekaran. Gava xwendekar bû di bin bandora Leibniz û Woolf de ma. Di sala 1755an de piştî ku bû doçent li zanîngehê dersên curbecur ên Zaniyariya Civatê da. Kant di destpêkê de di mijara fîzîk û astronomiyê de nivîsand. Di sala 1755an de berhema xwe ya bi navê "Dîroka Gerdûniya Xwezayî û Teoriya Buhiştan" nivisand. Di sala 1770an de bu serokê kursiya mentiq û Metafîzîkê. Piştî 1770an bi bandora Hume û Rousseau felsefa xwe ya rexneyî pêşve bir.