Prûsya
Jump to navigation
Jump to search
Prûsya (bi prûsiya kevn: Prūsa; bi latînî: Borussia, Prutenia; lîtvanî: Prūsija; polonî: Prusy; almanî: Preußen) herêmeke dîrokî ye ku bi sedsalan bandora xwe li ser dîroka almanan û Ewropayê kiriye. Paytexta Prûsyaya dawî Berlîn bû. Prûsya di sedsalên hejdeh û nozdehan de demên xwe yên mezintirîn û herî bihêz borand. Di sedsala hejdehan de di bin hikûmdariya Frederîkê Duyem ê Prûsyayê de bû hêzeke gewre li Ewropayê.
Nêrînek li dîroka Prûsyayê[biguherîne]
- Prûsya welatê baltîkiyên prûsî ji aliyê şovalyeyên teutonî (şovalyeyên Terîqeta Almanî) ve hat vegirtin û di nava salan de hate xiristiyankirin, almankirin û polonîkirin.
- Prûsyaya Qralî (1466-1772), herêm ket bin destê Polonyayê di Şerê Sêzdeh Salan de.
- Mîrekiya Prûsyayê (1525-1701), piştî desthilatiya Polonyayê ket bin destê serwerên Hohenzollern û Brandenbûrgê.
- Brandenbûrg û Prûsya (1618-1701) yekîtiyeke kesane ya di navbera serwerên Hohenzollern û Brandenbûrgê de bû.
- Keyaniya Prûsyayê (1701-1918) bi guhertina Brandenbûrg û Prûsya hat damezirandin. Ev keyaniyeke bihêz a împeratoriya Almanî bû (1871-1918).
- Parêzgeha Prûsyayê (1829-1878) parêzgeheke Keyaniya Prûsyayê bû û ji hin beşên Prûsyaya Rojhilat û Prûsyaya Rojava pêk dihat.
- Dewleta azad a Prûsyayê (1918-1947), piştî Şerê cîhanî yê yekem hat damezirandin. Di sala 1934'an de ji aliyê nazîstan ve hat felişandin. Di sala 1947'an de dawî lê hat anîn.
Ji hingî ve gelek Prûsî bi hêviya azadbûna welatê xwe dijîn.