Indiana Jones

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Aktorê amerîkî Harrison Ford, di rola Indiana Jones de (Indiana Jones and the Kingdom of the Crystal Skull, 2008)
Logoya fîlmên Indiana Jones

Dr. Henry Walton "Indiana" Jones, Jr., serhatîperest, leşker û profesorekî kevnarnasiyê ye. Navê lehengê aşopî wê rêzê Indiana Jones e û ji aliyê George Lucas ve hatiye dahênan. Di salên 1980î de sê fîlmên pêşîn hatin çêkirin û di salên 1990î de jî George Lucas rêzefîlmekî televîzyonî çêkir. Di sala 2008an de fîlmê çarem hate kişandin. Her çar fîlm bi birêveberiya hilberîner George Lucas û derhênerê fîlman Steven Spielberg hatine çêkirin. Serlîstikvanê her fîlm de Harrison Ford dileyst. Ji bo serkeftina mezin a wan fîlman pir roman, xêzeroman, lîstikên telefona destan û xêvjimêrê bi Indiana Jones hene.

Indiana Jones di fîlmên sînemayê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta niha çar fîlm hatin kişandin:

  • 1981: Raiders of the Lost Ark
  • 1984: Indiana Jones and the Temple of Doom
  • 1989: Indiana Jones and the Last Crusade
  • 2008: Indiana Jones and the Kingdom of the Crystal Skull

Sê fîlm dema kişandinê pir biserkeftî bûn û heta îro wekî fîlmên kultê hatine nasîn. Fîlmê çarem bi qasî 20 sal pê re hatibû kişandin. Ji bo berê di nav branşa fîlm tendansek de hebû kişandina vedorên fîlman dereng berdewam kirin.

Berdewameke din a rêzeya Indiana Jonesê ji bo demek dirêj ne gengaz bû, her çend gotegotan piştî fîlmê çarem dom dikir.[1] Di sala 2012an de George Lucas ji karsaziya fîlmê xelas bû û pargîdaniya xwe Lucasfilm ji pargîdaniya medyayê ya Walt Disney Company re firot. Di adara 2016an de, Disney fîlmekî pêncem di rêzeyê de ragihand, dîsa bi Harrison Ford di rola Indiana Jones de. Dihat gotin ku fîlm di Tîrmeha 2019an de li sînemayan were nîşandan û bi derhênerê Steven Spielberg re were hilberandin.[2]

David Koepp, ku di heman demê de li fîlmê çarem jî dixebitî, di destpêkê de wekî senaryonivîs hate xebitandin.[3] Lucas wekî hilberînerê kargêr tevlî bû.[4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Chitwood, Adam (25'ê tîrmeha 2012). "Producer Frank Marshall Offers Update on INDIANA JONES 5; Says There's Still No MacGuffin". collider.com. Ji orîjînalê di 2020-07-02 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  2. ^ "Spielberg and Ford Reunite as Indiana Jones Returns to Theaters July 19, 2019". thewaltdisneycompany.com. 15' adara 2016ê. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  3. ^ Kit, Borys (18' ê adara 2016). "Steven Spielberg Enlists a Familiar Writer for 'Indiana Jones 5' (Exclusive)". hollywoodreporter.com. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  4. ^ Han, Angie (22' ê hezîrana 2016ê). "Indiana Jones 5' Won't Be the Last One; George Lucas Still Executive Producing". slashfilm.com. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)