Jacobus Henricus van ’t Hoff

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jacobus Henricus van ’t Hoff

Jacobus Henricus van ’t Hoff (jdb. 30ê tebaxa 1852 li Rotterdamê, Holenda - m. 1ê adara 1911 li Berlînê, Almanya) yekemîn wergirê Xelata Nobelê ya Kîmyayê ye. Ew di zanîngehên Amsterdam û Berlînê da mamosteyê kîmya-fizîkê bûye.

Hoff, damezrînerê kîmyaya fezayî yan kîmyaya 3-alî di sala 1877an da ye. Girîngiya xebatên wî yên zanistî piştî 10 salan bi riya [Bel Joseph Le Bel]], hate zanîn. Wî di warên zanistî yên cihê da bi berfirehî xebatên pir hêja kiriye. Wek mînak di warê Hevkêşe yan hevsengiya kîmyewî (chemical equilibrium), kînîtîkên kîmyewî (chemical kinetics), pestoya osmozîk, kîmyaya 3-alî (stereochemistry), şêwazên nû ji bo texmînkirina kêş yan wezna molekulan û jihevveqetandina elektrolîtan da, encamên pir balkêş bidest xistiye.

Hoff, ji ber keşfa qanûnên pestoya osmozîk (osmotic pressure) di sala 1901ê da, Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirt.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]