Junge Welt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

junge Welt (cîhana ciwan) rojnameyek almanî ya rojane ye.

Junge Welt (jW) xwe weke rojnameyek çep û marksîst dibînê. Navenda rojnamê li Berlînê ye, biroyên wê li München û Bremenê jî hene. Li gor agahiyên ji rojnamê rojane derdora 20.000 heb tên çap kirin û xwe digihînê derdora 50.000 xwendevanî. Rojnameya junge Welt bi berdewamî û piştgirî cih didê nûçe û nerînen derbarê kurdan û doza wan de.

Junge Welt di dema DDR de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojnameya junge Welt di 12ê sibatê 1947an de li herema di bin desthilatdariya Sovyetê de hat damezrandin. Destpêke heftane û ji adara 1950î de heftê şeş rojan çap dibû. Ji 12ê çiriya paşîn 1947an de bi jêrnavê "Organa navendî ya ciwanên azad ên alman" derdiket. Ji 1ê adara 1952an û şûn de weke rojnameya rojane û organa FDJ dihate weşandin. Di sala 1977an de hejmara çapê yek milyon derbas kir û di destpêka sala 1990î de gihişt 1,6 Milyon. Bi vê yekê rojnameya junge Welt li pêş organa SED Neues Deutschland (Almanya Nû) rojnameya xwedî çapa herî mezin bû.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]