Justin Fashanu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Justin Fashanu
Agahiyên kesane
Navê rastî Justinus Soni "Justin" Fashanu
Roja bûyînê 19ê sibata 1961ê
Cihê bûyînê Hackney, London, England
Roja mirinê 2ê gulanê 1998an
Cihê mirinê Shoreditch, London, England

Justinus Soni "Justin" Fashanu (z. 19ê sibatê 1961an - m. 2ê gulanê 1998an) futbolîstek îngilîz bû ku di navbera sala 1978an û 1997an de ji bo klûbên cuda lîst. Wî di kariyera xwe de bi fermî hevzayendîtiya xwe eşkere kir û bû yekem futbolîstê profesyonel yê hevzayend.[1] Ew di heman demê de yek ji wan futbolîstên yekem bû ku 1 mîlyon £ heqê transferê bistîne (bi transfera ji Norwich City bo Nottingham Forest ya di sala 1981an de). Ew futbolîstek serkeftî bû heya ku di sala 1997an de kariyera xwe ya profesyonel bi dawî bike. Piştî çend nûçeyên skandal û mobbinga ji raya giştî wî di 2ê gulanê 1998an de dawî li jiyana xwe anî. Li gorî agahiyên îroyîn Fashanu wek mexdûrê homofobiyê tê dîtin.[2]

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fashanu wek kurê parêzerek nîjeryayî hate dinyayê. Wî di destpêkê de wek endamê tîmê bin 21 salî lîst û di sala 1979an de bi Norwich City re peymana xwe ya yekem wekî futbolîstek profesyonel stend. Dema ku ew di sala 1981an de beşdarî Nottingham Forest bû, ew bû yekem lîstikvanê reş bû ku ji bo transferek 1 mîlyon £ bistîne.

Xwekuştina hevalekî ciwan ê ku ji ber hevzayendîtiya xwe ji aliyê dê û bavê xwe ve hatibû redkirin, Fashanu matmayî hîşt, û wî biryar da ku hevzayendîtiya xwe bi fermî eşkere bike. Rojnameya The Sun ji bo vê yekê 80,000 sterlîn pêşkêşî wî kir. Bi vî rengî The Sun di çiriya pêşîn ê1990an de sernavê "Ez gay im!" nivîsand û Fashanu bi çîrokên skandal, ku hinek ji wan derew bûn, derkete gelek bernameyên televîzyonê û çîrokên wî yên skandal di çapemeniyê de hatin weşandin. Wî piştî demekê qebûl kir ku hin çîrokan çêkiriye da ku bihayê çîrokê zêde bike.

Di 25ê adarê 1998an de xortekî Marylandê yê 17 salî Fashanu bi tecawizkirinê tawanbar kir. Lêpirsîn hat kirin, lê Fashanu nehat binçavkirin. Gelek gotarên rojnameyan wî şermezar kirin, bêyî ku biryarek dadwerî hatibe dayîn, ji ber ku di wê demê de çalakiyên hevzayendî li eyaleta Maryland a DYAyê neqanûnî bûn.[3] Li dû nûçeyên neyînî yên li ser wî, Fashanu xwe li garajekê daleqand. Bi mehan piştî mirina wî, nota xwekujiya wî di belgefîlmek BBC de hate weşandin:

"Ger kes wê notê bibîne, hêvîdar im ez ê êdî ne li vir bim. Hevzayendbûn û binavûdengbûn dijwar e. Dixwazim bibêjim ku min wî xortî tecawiz nekiriye. Wî bi dilxwazî ​​bi min re raza, lê roja din wî pere xwest. Gava ku min got na, wî got: 'Tenê bisekine!' Ger wusa be, ez dibihîzim ku hûn dibêjin, wê demê ez çima reviyam? Welê, dadwerî her dem ne dadperwer e. Min hîs kir ku ezê ji ber hevzayendîtiya xwe darizandinek adil nebînim. Hûn dizanin panîk çawa ye. Beriya ku ez ji heval û malbata xwe re bibim sedema xemgîniyê, ez tercîh dikim ku bimirim."

Îro tê qebûlkirin ku Fashanu bûye mexdûrê homofobiyê. Di sala 2020an de wî xistin nava English Football Hall of Fame.[4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "The Sports Charter shines a welcome light on homophobia in football | Amal Fashanu". the Guardian (bi îngilîzî). 4 sibat 2012. Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "BBC News | UK | Suicide verdict on footballer Fashanu". news.bbc.co.uk. Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ Dominic Kennedy (10 September 1998). "US police say Fashanu lied about his sexuality". The Times. Howard County Police yesterday gave The Times the first details of Fashanu's alleged lies.
  4. ^ "Justin Fashanu Hall of Fame profile" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2023.