Kêlik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kêlik an kêl[1], lîstikeke ji çanda kurdî ye. Ev lîstik li bakûrê Kurdistanê li dora Heskîfê û Kercewsê tê zanîn.

Awayê lîstinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşî lîstikvan ji hevdu vediqetin û 2 koman ava dikin. Herdu kom 20-30 metre ji hevdu dûr dibin û li hemberî hevdu her du kom 3 kêlika (kevirê çandî) radikin. Ev her sê kêlik li pey hevdu rast û navbera wan de herî zêde 30 cm divê hebe.

Navê kêlika yekemîn goşt, kêlika duyemîn savar, kêlika sêyemîn jî tirşik tê gotin. Lîstikvanên komê ji bo kêlika bixin keviran ji xwe re kom dikin û bi dorê va keviran davêjin kêlikê çandî.

Berî lîstik dest pê bike lîstikvanên komê ser tiştan şert digirin ev cilên ser wan, karîş, gorê yan jî tiştên din. Yekemîn komek dest bi lîstikê dike û bi dorê lîstikvan kevirê xwe davêjin wan kêlika.

Lîstikê de her lîstikvan yek carê kevirê xwe davêje kêlikan, lîstikvan ku yek kêlik bide erdê du caran, ku du kêlikan bide erdê sê caran dikare kevirê xwe bavêje ev her dorê de dom dike. Heta lîstikvanên komê xılas bibe bi dorê kevirê xwe davêjin.

Armanca lîstikvanên komê ku her sê kêlika yekemîn berî koma dî bidin erdê. Di lîstikê de koma ku kêlikê pêşî (goşt) bide erdê û listik xılas bû lîstika duyemîn de ew kom pêşî dest bi lîstikê dike. Komek ku her sê kêlik danê erdê paşî koma dî kevirê xwe yê dawî davêjin kêlika, di vê ya dawî de her lîstikvan du caran kevirê xwe diavêje, ku lîstikvan kêlikek dabe erdê 3 caran, ku du kêlikan dabe erdê sê caran kevirê xwe yê dawî diavêje.

Heger ew kom jî her sê kêlika bidin erdê lîstik xilas dibe û lîstik dibe wek hev û kes bi ser nakeve. Heger nede erdê koma din bi ser dikeve.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Durre, Abdurrahman (2002). Şerha Dîwana Ehmedê Xanî (PDF) (Çapa 2). Stembol: Keskesor. r. 376. ISBN 975-93030-0-0.