Komela Karkerên Kurdistanê li Swêdê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji KOMKAR-Swêd hat beralîkirin)

KOMKAR-Swêd, yan jî bi navê xwe yê din Komela Karkerên Kurdistanê li Swêdê, di sala 1976 ji alî hin welatparêzên Kurd, penaberên sîyasî, xwendekar û karkeran hatîye avakirin.

Berî Komela Karkerên Kurdistanê, tenê yek komeleyeke xwendekaran hebû li Swêdê. Li Swêdê komela kurdan ya herî kevin KOMKAR-Swêd ê ku îro jî di jîyana komeletîyë da cihekî giring digre.

Dema di salên 1970-yî da li nav welat hişiyarbûna neteweyî û çînî bi lez pêşda diçû, hingê karker û xwendekarên kurd jî li dervayî welat dest pê kirin xwe di komeleyan da rêz kirin. Û Piştgirî dane tevgera azadiya gelê Kurd. Wan li hember zilm û zordestiya neteweyî dengê gelê kurd bilind kirin. Ne tenê li Swêdê, hema bêje li hemû welatên Ewropa Rojava komeleyên KOMKAR hatin avakirin. Wan li dijî dewletên kolonyalîst li dervayî welêt cepheyeke têkoşînê vekirin. Xasma piştî ku komeleyên karkerên kurd li Almanyayê di sala 1979an da, gîhan hev û Federasyona Komeleyên Kurdistan KOMKAR sazkirin, tevgera welatparêz ya li dervayî welat kete qonaxeke nû û pêşketî.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]