Karlênê Çaçanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Karlênê Çaçanî (z. 25'ê kanûna 1929'an li Cercerîsê (Dêrikê), Ermenistanê - m. 9'ê nîsana 2012'an li Rewanê), zanyar û nivîskarê kurd, doktorê dîrokzaniyê û serokê beşa kurdzaniyê ya Înstîtuta Rojhilatzaniyê ya Akademiya Ermenistanê bû.

Karlênê Çaçanî sala 1929[1]/1930'ê[çavkanî pêwîst e] li gundê Cercerîsê (nuka navê gund Dêrik e), li nehiya Elegezê, Ermenistanê da ji diya xwe bûye. Ewî zarotiya xwe piranî cem pîrika xwe Meyrê û kalikê xwe Çaçan derbaz kirîye, yên ku gelek rind haj ji zargotin û rabûn-rûniştina civaka kurda hebûn û nasiya nebiyê hizkirî didane wê cewahira civaka kurdan. Ser merîfeta wî ya efrandariyê usa jî bavê wî Aramê Çaçan hukumekî gelekî mezin dihêle, yê ku gelekî rind haj ji zargotina kurdan hebû.

Sala 1948'an Karlênê Çaçanî dibistana gundê Elegezê xelas dike û hema wê salê jî di Înstîtûta Rewanê ya Pêdagogiyê da, li fakûltêya dirokê da tê qebûlkirinê, ya ku sala 1952'an xelas dike. Merîfeta wî ya helbestvantiyê hema wan salan eyan dibe.

Paşî xelaskirina înstîtûtê ew dersdare û di radyoya Ermenistanê da dîktorê elametiyên kurdî dixebite. Di salên 1955-1969'an da di rojnameya “Rya teze” da ew serwêrê para medenîyetê bû. Dû wê ra hetanî îro li Înstîtûta Rohilatzaniyê ya Akademiya Ermenistanê ye ulman, para kurdzaniyê da çawa xebatkarê ulmî dixebite.

Ew ji salên 60'î destpêkirî endamê Yekîtiya rojnamevanan û Yekîtiya nivîskarên Sovyeta berê bû. Ew sala 1966'an tê hilbijartin wek sedirê koma nivîskarên kurdê Sovêtiyê û gelek salan wî karî dimeşîne.

Sala 1965'an bi mijara “Pismamtiya civakê ermeniyan û kurdan di sedsalê 19-20'î da” ew bi serfinyazî dîsêrtasîyayê xwey dike û dibe kandîdatê ulmê dîrokê.

Helbestên wî bona mezinan û zarokan pey hevdu rojname, kovar û antologiyayên komarê yên bi zimanê kurdî, ermenî û ûrisî çap dibin. Hub û hizkirina helbestvan ber bi zarokan gelek e û badilhewa nîne, ku berevoka helbestê xweye pêşin bona wan bi sernivîsa “Ahmedê egît” ew sala 1958'an Rewanê da bi zimanê kurdî çap dike. Afirandinê vê berevokê gelek nêzîkî dilê zarokanin, helbestvan wana bi ruhê wetenhiziyê, merivhiziyê, culetbûnê, mêrxasiyê, dilsaxiyê, hevaltiyê terbîye dike. Du sal şûnda, sala 1960'î berevoka afirandinê helbestvan bona mezinan bi sernivîsara “Gul” tê çapkirinê. Mijara vê berevokê welat, efatiya weten, dostiya civaka, edilayî û wetenhizî ye. Paşê pey hev ra berevokên wî “Şêr û kew”, “Dil û weten”, “Baqe tev”, “Zerê” û yê mayîn çap dibin.

Helbestê wî bi zimanên rûsî, ermenî, gurcî erebî, almanî hatine wergerandin, rojname û kovarê wisaye eyan da hatine çapkirinê, wek rojnameyên Îzvêstiya û Lîtêratûrnaya gazêta, kovara Ogonyok û yê mayîn. Sala 1983'an Neşireta Sovêtskîy pîsatêl ya Moskvayê da bi zimanê ûrisî berevoka wî çap kir. Avtor bi heqî berevoka xwe bi nav kirîye “Keskesor”. helbestê berevokê pirawaz in, pir hewaskar in. Di pirtûkê da cîkî mezin îlahî helbestê derheqa welat da digirin.

Karlênê Çaçanî wisa jî rojnamevan, ulmdar û rêdaktorê pirtûkan e. Gelek gotarê wîye pûblîsîstiyê, hevpeyvîn di kovar û rojnameyan da derketine. pirtûka wîye dîrokiyê bi sernivîsên Kurdêd Ermenîstana Sovêtiyê nava 40 salan da, Ji dîroka dostaniya civakê ermeniyan û kurdan bi zimanê ermenî çap bûne. Bi zimanê kurdî xebata wîye hewaskar Dostiya cimaetêd ermeniyan û kurdan çap bûye. Pirtûke ke pir qîmet e wisa jî Kovar û rojnameyêd ermeniyan derheqa kurdan da di salên 1850-1920'î da, ya ku Înstîtûta Rohilatzaniyê û sêktora înformasyon ya Akadêmiya Ermenistanê ye ulma bi zimanê ûrisî û ermenî çap kirîye. Karlênê Çaçanî du xebatê ulmiye mayîn jî nivîsîne — Mêrxasiya kurd û ermeniyêd Dêrsimê miqabilî Turkiyê û Terîqa heleqetiyêd ermeniyan û kurdaye medenîyetê di salêd 1950-1980'î da. Bona emekê xwe di şuxulê pêşdabirina wêjeya kurdê Sovêtiyê ew du caran bi hurmetnameyên Sedirtiya Şêwra Ermenîstanêye Tewrebilind va hatîye rewakirinê. Karlênê Çaçan van dawiyan bû doktorê dîrokê.

Karlênê Çaçanî di roja 9'ê avrêla 2012'an de li Rewanê çû ser dilovaniya xwe.

Çavkanî[biguherîne]