Katharina Schwabedissen
Katharina Schwabedissen | |
---|---|
Jidayikbûn | 8 kanûna pêşîn 1972 |
Hevwelatî | Almanî |
Partiya Siyasî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Katharina Agnes Ulrike Schwabedissen (z. 1972 li Bielefeld) siyasetvaneke Alman e.
Kurtejiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Katharina di malbateke keşîşî ya ku bieslê xwe ji Gladbeckê ye ji dayik bû ye. Pêşiya xwendina felsefe û dîrokê, hînê pîşeya hemşîretîyê bûye. Niha li bajarê Wittenê dijî. Katharina Schwabedissen berî avakirina partiya Alman a çepgir (Die Linke), ji 2005'an şûnde ve di partiya WASG'ê de endama kargêriyî ya eyaleta NRW bû.[1] Ji roja avakirina partiya çepgir û vir de endama vê partiyê ye.
Di sala 2008'an de, di civîna partiyê ya eyaletî de Katharina Schwabedissen wek peyvdara partiyê ya eyaletî hate bijartin. Du salan şûnde, di 2010'an de bi Hubertus Zdebel ve bû pêşewaya partiya çepgir a eyaleta NRW. Di hilbijartinên eyaletî yên 2012'an de namzeta pêşeng a partiya xwe ye.[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Wittenerin Katharina Schwabedissen Landessprecherin der Partei DIE LINKE., ji orîjînalê di 28 tîrmeh 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 6 gulan 2012
- ^ Die NRW-Linke setzt auf Katharina Schwabedissen, ji orîjînalê di 4 nîsan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 6 gulan 2012
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |