Here naverokê

Kathmandu

Kathmandu
काठमांडौ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bajarên paytext - Asya
काठमाडौं Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kathmandu li ser nexşeyê
Map
Kathmandu li ser nexşeya Nepal nîşan dide
Kathmandu
Kathmandu
Koordînat: 27°42′36″Bk 85°19′12″Rh / 27.71000°Bk 85.32000°Rh / 27.71000; 85.32000
DewletNepal Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Kathmandu District Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
Dema avabûnê723 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarBalen Shah (2022–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bilindahî
1300 m (4300 ft)
Nifûs
845.767 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda postayê
44600 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê01 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperkathmandu.gov.np/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kathmandu paytext û bajarê herî mezin ê Nepalê ye. Bajêr li herêma navendî ya Nepalê ye ku li Geliyê Katmanduyê hatiye avakirin.[1] Li gorî serjimêriya Nepalê ya 2021ê nifûsa bajêr 845.767 kes e ku tevahiya nifûsê ji 105,649 malbatab pêk hatiye. Bi qasî 4 milyon ji nifûsa welat li herêma metropolîtan a li derdora Kathmanduyê dijîn. Bilindahiya bajêr bi qasî 1.324 mêtre ji asta deryayê bilind e.[2]

Katmandu ku wekî yek ji kevintirîn cihên cîhanê yên ku bi berdewamî lê dijîn tê naskirin, dîroka bajêr vedigere sedsala 2ê p.z..[3] Ev geliyê ku bajar tê de hatiye avakirin ku di dîrokê de wekî Nepal Mandala jî tê zanîn, ji bo gelê newar ku şaristaniyeke bajarî ya girîng li herêma Hîmalaya ye, bûye navenda çandî û siyasî. Katmandu wekê paytexta Keyaniya Nepalê xizmet kiriye û gelek qesr, perestgeh û baxçeyên ku mîrateya wê ya dewlemend nîşan didin li bajêr hatine ava kirin. Ji sala 1985an vir ve, bajêr malavaniya baregeha Komeleya Hevkariya Herêmî ya Başûrê Asyayê (SAARC) kiriye.[4]

Di roja îro de Katmandu navenda dîrok, huner, çand û aboriya Nepalê ye. Bajar xwedî nifûseke piretnîkî ye ku piraniya wan hindu ne û hebûneke girîng a Budîstên Vajrayana li bajêr hene. Cejnên olî û çandî ji bo jiyan û çanda bajêr girîng in.[5] Geştiyarî di aboriya bajêr de roleke girîng dilîze û bajar wekî deriyekî ber bi Hîmalaya Nepalê ve kar dike. Katmandu malavanê çend Cihên Mîrateya Cîhanê ye ku di nav wan de Qada Durbarê, Swayambhu Mahachaitya, Bouddha, û Pashupatinath hene.[5]

Geliyê Katmanduyê bajarvanîyek bilez bidest xistiye ku bi rêjeya mezinbûnê ya ji %4 salane ji sala 2010an vir ve bidest xistiye ku bajêr bûye yek ji metropolên li Başûrê Asyayê ku bi awayeke bilez mezin dibe.[6]

Li gorî hêjmara sala 2001an, gelhe ya bajarê 671.846[7] kes û 235.387 malbat di nav metropolan de dijîn. Li gorî hêjmara gelhe ya sala 2011ê hêjmara giştî gelhe ya bajarê Kathmandu gehişte 975.543 kes.

  1. ^ "Wayback Machine" (PDF). cbs.gov.np. Ji orîjînalê (PDF) di 6 sibat 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  2. ^ "Kathmandu | Rivers, History, Population, Elevation, & Map | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 11 îlon 2025. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  3. ^ "Kathmandu - The Explorers" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  4. ^ Sayfası, Onwin Giriş. "Onwin; Onwin Yeni Giriş Adresi™ | Onwin Mobil". Onwin; Onwin Güncel Giriş Adresi™ | Onwin Giriş - Onwin sürekli yenilenen giriş adresi artık tek bir adreste buluşuyor. Onwin giriş sorunlarını çözmek için sitemiz yayına alnmıştır ve devamlı Onwin güncel adresine erişim sağlar sitemize giriş yapmak için sayfamızı kullanabilirsiniz Matadorbet güncel adres. (bi tirkî). Ji orîjînalê di 25 kanûna pêşîn 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  5. ^ a b Centre, UNESCO World Heritage. "Kathmandu Valley". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  6. ^ "Managing Nepal's Urban Transition". World Bank (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  7. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 27 adar 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 adar 2009. Roja gihiştinê 18 tebax 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kathmandu de hene