Kâzım Koyuncu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kazim Koyuncu hat beralîkirin)
Kâzım Koyuncu
Jidayikbûn7ê çiriya paşîn a 1971ê
Gundê Hopa, Artvîn
Mirin25ê tîrmeha 2005an
Stembol
Cureyê muzîkêDamezrînerê rocka lazî
PîşeStranbêj
Amûrgîtarîst
Malperwww.kazimkoyuncu.com
biguhêreBelge

Kâzım Koyuncu (jdb. 7ê çiriya paşîn 1971 li Hopa, Artvîn − m. 25ê tîrmeha 2005an li Stembol) hunermendekî laz bû.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1992an de wî bi hevalên xwe Cafer Gürsoy Tanc, Ugurcan Sezen, Zulfîkar Murat Dilek, Mahmut Turan, Metin Kalac û Mehmed Ali Baris Besli yekemîn koma rocka lazî Zuxaşî Berepe (bi kurdî: Zarokên behrê) avakir. Yekemîn albuma komê ya bi navê Va Mîşkunan (bi kurdî: Em nizanin) di sala 1995an de, dûwemîn album Îgzaz (Diçe) jî di sala 1998an de hatin weşandin. Albuma wan a dûwem di heman demê de albuma dawî ya komê bû.

Piştî belavbûna komê Kâzim Koyuncu di sala 2001an de dest bi kariyera xwe ya solo kir. Hê nu dest bi serkeftinên muzîkî dikir ku di sala 2004an de bijîşkan li canê wî yê ciwan kanser tespît kirin.

Kâzim Koyuncu di roja 25ê hezîranê 2005 de jiyana xwe ji dest da û laşê wî li gundê xwe yê ku tê de hat dunê hat defnkirin.

Muzîka wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Meriv kare bêje ku di dengê Kâzim Koyuncu de girêdayiyeke bi xwezayê deryaya reş re heye: ev deng, weke hewa, ba û barana herêmê him qert e, him jî mîna sîsên li ser daristanên herêmê nerm e.

Muzîka wî guhdarvanan ewqas dixe bin bandora xwe ku, gava meriv çavên xwe digire xwe weke li Behra Reş hîs dike.

Piştî wefaatkirina wi, muzîka wî li hemû welêt dengveda û muzîka lazî û hemşînî gihande asteke populer. Bi rêya fîlma 'Auf der anderen Seite' (Yaşamın Kıyısında/Li Ber Qeraxa Jiyanê) ya derhênerê tirko-elman Fatih Akin dengê wî li Ewropa jî hate naskirin.

Di fîlmê de, gava strana Koyuncu ya bi navê 'Ben senî sevdugumî' (Tu ya ku min ji te hezkirî) tê leystin, petrolfiroşek bal dikişîne ser mirinên ji qanserê yên ku - li gorî herêmên din ên Tirkiyê - li dorên deryaya reş zêdetir pêk tên û mirina Kâzim Koyuncu bi felaketa Çernobîlê girêdide.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Digel Zuxaşî Berepe
Digel Grup Dinmeyen
  • 1996: Sisler Bulvarı
Albumên wî yên solo
  • 2001: Viya
  • 2004: Hayde
  • 2006: Dünyada Bir Yerdeyim (piştî mirina wî hate weşandin)